Lêpirsîna Narînê baş nehat meşandin
Pêncşem 19 Kanûn 2024 - 02:00
Parêzera dosyaya Narîn Guran Canan Atabay da zanîn lêpirsîna Narînê baş nehat meşandin û wiha got: “Ji bo delîl û kujer dernekevin holê mirov organîze bûne. Ji bo ev bûyer bê manîpupulekirin mirovan her tişt kir. Ev jî vê dosyayê ji yên din cuda dike."
Li navçeya Rezan a Amedê Narîn Guran a 8 salî di 21’ê Tebaxê de winda bû û di 8’ê Îlonê de cenazeya wê hat dîtin. Ji her alî civakê banga xwedîderketina ji bo dosyaya Narîn Guran tê kirin. Her çiqas di lêpirsînê de qelsî hebin jî doz bi bertên civakê heta îro hat. Der barê çar gumanbaran de jî ji sûcê ji qestî kest kuştin cezayê muebetê tê xwestin.
Parêzera BaroyaAmedê û dosya Narîn Guran Canan Atabay der barê bûyerê de axivî.
Xwedîderketin çênebû
Canan Atabay bal kişand ser dosyaya Narîn Guran ku di rojeva Tirkiyeyê de cihê xwe girtiye û wiha anî ziman: “Ev cînayet di rojeva rayagiştî de rûnişt. Civakê bertekên mezin nîşan dan. Civak êdî qe nebe têkildarî mijara tundiya li ser jin û zarokan bertek nîşan didin û di vê dosyayê de me dît. Lê piştre hinek pêşketin çêbûn. Piştre bûyera Rojînê bû. Çend bûyerên din bûn. Heman bertek nehat nîşandan. Vê jî nîşan da ku xwedîderketin têr nekir.”
Geşedanên cidî çêbûn
Canan Atabay daxuyakirin ku rûniştina duyemîn di 26’ê Kanûnê de wê bê dîtin û di navbera rûniştina yekemîn û ya duyemîn de serokê dadgehê nesekinî. Canan Atabay wiha domand: “Herî dawî dozger mutala da. Heta 26’ê mehê ji bo em parastinên xwe bidin dem hat dayîn. Baroyê dîmen û daxwaz pêşkêş kirin. Ev hatin nirxandin. Di vê çarçoveyê de lêpirsîn hewl hat dayîn li salonê bi baldarî bê meşandin. Hinek daxwazên me jî bi hinceta delîl ji xwe hene hatin redkirin. Li gorî derketina holê ya gumanbaran û di asta parastinê de geşedanên cidî çêbûn.”
Bûyer pir kirin magazînî
Canan Atabay diyar kir ku dosyaya Narînê xerabitiyeke organîzekirî ya li gund pêk hatiye û wiha bi lêv kir: “Ji bo delîl û kujer dernekevin holê mirov organîze bûne. Ji bo ev bûyer bê manîpupulekirin mirovan her tişt kir. Ev jî vê dosyayê ji yên din cuda dike. Bûyer pir kirin magazînî. Ev jî vê dosyayê ji yên din cudatir dike. Ji ber pir zêde kirin magazînî.”
Divê dosya baştir bihata meşandin
Canan Atabay axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ji serî de lêpirsîn qels bû. Piştre ji bo lêpirsîn bi bandor bê meşandin talîmat ji dozger hat girtin û piştî vê lêpirsîn bi bandor hatiye meşandin. Tevî delîl hatin reşkirin jî li gorî min pêş ketin di dosyayê de heye. Li gorî min dosyayeke ku divê hîn profesyonel û hîn lezgîntir, baştir bihata meşandinê bû. Lê em dibînin ku tecrubeyek wisa ya hêzên ewlehiyê tuneye. Ji ber vê jî hinek alozî hene.”
JINNEWS/AMED