Lêlûn bû hêvî

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 28 Îlon 2020 - 23:00

MEDYA HENAN
ANHA/ŞEHBA

Derhênera sînemayê ya Urdunî, Sumeya Berekat diyar kir ku tevî zehmetî û astengiyan Mihrîcana Lêlûn di dem û cihê guncaw de hêvî da şêniyan.
Hunermenda ciwan sedema beşdarbûna mihrîcanê wiha rave dike: "Ez bawer dikim ku guhertin bi gavên pirr hêsan pêk tê, çi bi rêya filmekê be, çi jî bi pêkanîna projeyeke piçûk an nêrînekê. Film bi roleke mezin di bizava xeyalên min de rabûn. Ji zaroktiyê ve min dixwest, ez karibim fikrên xwe bi rêya çîrok û kesayetan pêk bînim û tiştên girêdayî xwe bi xelkê re parve bikin, dibe ku ez wan teşwîq bikim. Çîrokek hebû, min her dixwest ez wê parve bikim. Mihrîcana Lêlûnê ev derfet da min, li min guhdarî kir û fikra min gihand hejmareke mezin ji xelkê."
Ji bêhtirî 2 hezar dilmên miracaet kirî, filma wê jî di nava 58 filmên nîşandayî bû. Ji bo peyama ku bi filma xwe bide, wê got, "Film tecrubeyeke şexsî ye ku ez ji mêj ve hîs dikim, lê min nikarîbû îfade bikim. Heta dema ku min rêbazeke çêkirina filman û kartonan dît, fikrên mirov dike madeyeke rastî ku tê parvekirin. Di dema hilberînê de min her tim girîngiya baweriya bi xebatê û hestên xwe, tîna bîra xwe da ku xebateke ji dil derkeve holê.
Filma "Teht El-Zil (Di bin siyê de)" tecrûbeya min a yekê ye di çêkirina fîlman de. peyama ku min dixwest bigihînim ew e ku hêvî di hundirê me de çandî ye û heke em av bidin, ew ê her bimîne."

Ji êş û azaran mûcîze diafirin

Ji ber di rewşên zehmet de organîzekirina Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê jî ew dibêje, "Ez ji dil her kesa di organîzekirina Mihrîcana Lêlûn de cih girtî, silav dikim. Ji ber ku wan di dem û cihê guncaw de û li gel astengî û zehmetiyan hemûyan, yên li ser herêma Efrînê, hêvî da şêniyên Efrînê."
Li ser rola huner jî ew fikrên xwe wiha îfade dike: "Parvekirina huner wekî pevegirêdana wan mirovan e ku heman hest bi wan re hene da ku tevneke qewîn di navbera wan de çêbe. Ev yek dike ku mirov his bike ku ew ne bi tenê ye û hêviyê dide wan."
Li ser çêkirina filmekê li ser penaberan, ew dibêje, "Gotineke pêşiyan dibêje, ji êş û azaran mûcîze diafirin. Ez jî hêvî dikim ku van mûcîzeyên li herêma Efrînê bibînim û guhdarî li çîrokên wan bikim da ku bikim film û bigihînim tevahiya cîhanê."

parvê bike

Nûçeyên ku dikare bala we bikşîne

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.