Lehiyê li Îtalyayê xist

Nûçeyên Cîhan

În 19 Gulan 2023 - 11:44

Li Îtalyayê bîlançoya lehiyê giran bû. Hate ragihandin ku 9 kes ji ber rabûna lehiyê, mirine.

Bi rojan e ku li bakurê Îtalyayê baraneke zêde dibare. Ji ber baranê, lehçî rabû û bû sedema felaketeke mezin.

Di serî de herêmên Emelîa-Romagna û Marche ji gelek herêman bi hezaran kes ji ber lehiyê hatin veguhestin.

Hejmara kesên mirine jî bû 9. Gelek kes jî hîna winda ne. Li gorî rayedarên deverê, zêdeyî 10 hezar kes ji malên xwe hatin veguhestinî deverên ewle.

Di wêne û dîmenan de tê dîtin ku wesayît bi temamî di binê avê de mane. Ji ber ku ava çeman zêde rabû, da ser gelek deveran û kir ku golên mezin çêbin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.