Lehî rabû 420 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 31 Tîrmeh 2022 - 21:45

  • Li Îranê ji ber barana zêde û rabûna lehiyê 80 kes mirin, 30 kes jî winda ne. Li Pakistanê jî di endama rabûna lehiyê de herî kîm 340 kes mirin. 

Li Îranê ji ber barana zêde û rabûna lehiyê 80 kes mirin, 30 kes jî winda ne. Li Pakistanê jî di endama rabûna lehiyê de herî kîm 340 kes mirin. 

Li gorî ajansa fermî ya Îranê, ÎRNA´yê Sekreterê Giştî yê Heyva Sor a Îranê Yaqûb Suleymanî gotiye, li 60 bajarên mezin, 140 bajarên biçûk û 500 gundên Îranê lehî rabûye.

Lehiyê bandora herî giran li Tehranê kir. Li vê herêmê, herî kêm 35 kesan mirin û li bakurê welêt li Mazandaranê jî 20 kes winda ne.

Li gorî Yakûb Sûleymanî, ji 23’ê Tirmehê û vir ve 59 kes mirine û 30 kes jî winda bûne.

Di bîlançoya 23’ê Tirmehê de gate ragihandin ku li başûrê welêt di encama lehiyê de 22 kes mirine.

Li gorî televîzyona dewletê IRIB’ê Wezîrê Çandiniyê eşkere kir ku zerara karesetên lehiyê ji bo çandiniyê 195 milyon euro ye.

Barana zêde hîn jî dewam dike. Navenda meterolojiya Îranê da zanîn ku barana zêde wê li başûr û bakurê welat dewam bike.

Di Çile de li herêma Farsê 8 kes ji ber lehiyê miribûn. Sala 2019’an ji ber barîna zêde ya baranê li başûrê Îranê hêrî kêm 76 kes miribûn û zêdetirî 2 mîlyar dolarî zirara madî çêbûbû.

Li Belûçistanê felaket

Rêveberiya Karastên Xwezayî ya Pakistanê ragihand ku di nava vê mehê de li bajarên Beluçistan û Kerac ên başûrê welêt, ji ber lehiyê 340 kes mirine û fikar hene ku hejmara miriyan zêde bibe.

Rêveberiya Karastên Xwezayî ya Pakistanê ragihand ku di Tîrmehê de li bajarên Belûçistan û Keraçî yên başûrê welêt, ji ber barana zêde lehî rabûye. Rêveberiyê ragihand di encama lehiyê de 340 kes mirine û tirs û fikar hene ev hejmar zêdetir be. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.