- Ji ber meselaya Ukraynayê ev demeke di navbera welatên rojavayî û Rûsyayê de rageşî heye.
Ji ber meselaya Ukraynayê ev demeke di navbera welatên rojavayî û Rûsyayê de rageşî heye. Têkildarî mijarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov daxuyaniyek da. Lavrov diyar kir ku hevdîtinên derheqê mayîndekirina ewlehiyê yên bi NATO û DYE’yê re hêj xelas nebûne.
Li ser pirsa ‘gelo îxtîmala şer heye yan na’ jî Lavrov got: “Heke ku ev mijar girêdayî Rûsyayê be, dê şer dernekeve. Em şer naxwazin. Lê li hêla din em nahêlîn ku kesek êrişî berjewendiyên me bike yan jî berjewendiyên me paşguh bike.”
Rûsyayê rojek berê têkildarî fikarên xwe yên ewlehiyê çend daxwazên xwe ji DYE’yê re ragihandibûn û DYE’yê jî bersiveke bi nivîskî dabû. Lavrov bal kişand ser vê mijarê û got: “Bersivên wan rojek berê hatin ber destê me. Ev, karê rojavayiyan e. Di gelek aliyan de bi ser mijara esasî de digirin. Lê belê wekî min gotî, di mijarên asta duyemîn de hinek perçeyên biçûk ên biaqilane hene.”
MOSKOV