- Wezîrê Karên Derve yê DYE´yê Antony J. Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey V. Lavrov doh li bajarê Swîsreyê Cenevreyê civiyan.
Wezîrê Karên Derve yê DYE´yê Antony J. Blinken û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey V. Lavrov doh li bajarê Swîsreyê Cenevreyê civiyan. Piştî civînê Lavrov daxuyaniyek da û got, civîn erênî bû, lê encam wê çi be, piştî ku DYE´yê nivîskî bersiv da pirsên wan wê diyar bibe.
Rûsyayê bi dehhezaran eskerên xwe li ser sînorên Ukraynayê civandine. Ew hefteya bê jî li behr û deryayan gelek tetbîkatên eskerî dike. Li aliyê din jî DYE´yê beriya çendekê destûr da welatên sêyem ku sîlehên Emerîkî bidin Ukraynayê. Di rewşeke welê de ku gelek balefirên Ingilîstanê yên kargoya eskerî jî diçin Kîevê, ji bo “aramkirina rewşê” wezîrên karê derve yên du welatên sereke di vê rageşiyê de, yanî yên DYE û Rûsyayê li Cenevreyê civiyan.
Piştî civînî Sergey Lavrov ji çapemeniyê re peyivî û got, “minaqeşe bi kêr hatî û jidil bû. Blinken jî ji danûstandinê razî bû.” Wezîrê Rûsyayê Lavrov got, wan lîsteyeke fermî ya daxwazan daye DYE´yê û DYE wê hefteya bê nivîskî bersivê bide van daxwazên Rûsyayê.
Wî da zanîn ku piştî bersivê, ew û Blinken wê ji nû ve rûnin.
Wî ji bo serketîbûna hevdîtinê jî got, “Ez nikarim bibêjim ka em li ser rêya rast in yan na. Em ê vê fêm bikin gava ku bersiva Emerîkiyan a li ser tevahiya xisûsan li ser kaxezê li ber destê me be.”
CENEVRE