Wezîrê Karê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û şandeya li gel de 5’ê Sibatê de gihişt paytext Bexdayê. Lavrov bi Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fuad Hisên re civiya, piştre li gel serokkomarê Iraqê civiya. Herwiha Lavrov bi rayedarên din yên Iraqê re li Bexdayê civiya.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karê Derve ya Rusyayê, Wezîrê Karê Derve yê Rusyayê Sergey Lavrov ji Iraqê derketiye û gihiştiye Maliyê.
Hêjayî gotinê ye beriya ku Lavrov serdana Iraqê bike, medya PDK’ê ragihandibû ku wê Lavrov piştî serdana Bexdayê, serdana Herêma Kurdistanê jî bike. Lê Lavrov bê ku serdana Hewlêrê bike, vegeriya Rusyayê.
NAVENDA NÛÇEYAN