Hunermend Michael Rakowitz ê ku bi eslê xwe ji Iraqê ye, û niha li Emerîka dimîne û hemwelatiyê wir e, ji British Museum re nameyek nivîsand da ku ew peykerê ji dema Asûran maye, li Iraqê vegerîne.
Peykersaz Michael Rakowitz, sala 2018’an peykerekî “lamassu” yanî xwedayên parastinê yên Asûrê, çêkiribû û ev peykerê wî li “Meydana Trafalgar” a Londonê hatibû bicihkirin. Wî ev peykerê xwe weke diyarî şandibû ji “Tate Modern” re lê bi şertekî, divayabû Biritish Museum jî peykerekî “lamassu” ku di dema Victoria de ji hêla arkeologê bi navê Sir Austen Henry Layard ve hatibû kifşkirin, bişîne Iraqê.
Micheal Rakowitz bi vê yekê dixwaze peykerê “lamassu” yê ku di wextê xwe de ji Nînowayê hatiye dizîn, vegere warê xwe. Sala 2015’an, piştî êrişên DAIŞ’ê Deriyê Nergal ê Nînowayê bi zanebûn hatibû rûxandin. Di rojên pêş de dê wezîrê çandê yê Iraqê Ahmed Fakkak serdana Londonê bike û dê Rakowitz jî wî li British Museum bigerîne û her wiha jê bixwaze ku vî peykerî li Nînowayê vegerîne.
Rakowîtz got; “Ez xaleteke baş didim neteweya Brîtanyayê, lê divê ew jî baş bizanin ku di nav êrişên DAIŞ´ê û dagirkeriya welatên rojava de zêde ferq nîne û divê ji vê yekê bi fikar bin. Bi vî awayî heger ev peyker li Nînowayê vegere, dê baş bibe. Êdî em dixwazin ev peykerên orîjînal li Iraqê vegerin.”
LONDON