Kurdistaniyan Şeva Yelda pîroz kirin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 22 Kanûn 2022 - 04:20

Bi boneya Şeva Yelda, li Îdareya Soran ciwan, rewşenbîr, hunermend û helbestvan tevî jinan li hev kombûn û heya derengiya şevê bi çalakiyên hunerê Şeva Yelda pîroz kirin.

Şeva Yelda ku weke şeva herî dirêj ya salê hatiye binavkirin, bi çalakiyên cûr be cûr tê pîrozkirin. Li Hola Ferhenga Şîn ya li navenda Hunerî û Rewşenbîrî ya Soran, di nav de hunermend, rewşenbîr, helbestvan jî gelek kes bi boneya Şeva Yelda lihev kombûn.

Derbarê mijarê de Soran Xalid axivî û got; “Navenda Ferheng ya Şîn weke rêûresmek her sal ji bo vê şevê çalakiyan lidardixe. Bi çalakiyên hunerî yên cûr be cûr ev şev tê pîrozkirin. Ciwan, helbestvan, hunermend lihev kom dibin û bihevre şevek xweş derbaz dikin.”

 

Heyranok hatin gotin

Li bajaroka Çoman a ser bi Hewlêrê jî bi çalakiyek hunerî şeva Yelda ku şeva herî dirêj a salê ye hate pîrozkirin.

Li Hola Geştûguzarî ya bajaroka Çoman a ser bi Hewlêrê bi tevlîbûna dehan kesan û hurmendan şeva Yeldaa ku şeva herî dirêj a salê ye, bi çalakiyek hunerî hate pîrozkirin.

Berpirsê Giştî yê Saziya Geştûguzarî Helgurt Mihemed diyar kir ku di şeva herî dirêj a salê de malûvanî ji hejmarek ciwan û jinan re kirine û ji bo derbaskirina şevê çalakiyên rengareng kirine.

Di çalakiyê de stran û heyranok hatin gotin, helbest hatin xwendin û metelok û gotinên pêşiyan ên herêmê hatin gotin.

 

Li Qeledizê jî mamoste û xwendevan li hev civiyan

Li Qeladizê bi boneya Şeva Yelda çend çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.

Li Qeladizê bi boneya şeva Yelda bi pêşengiya Peymangeha Kompûter ya Qeladizê çalakiyên hunerî hatin lidarxistin.

Yek ji amadekara çalakiyan Sinur Umer axivî û got; “Me weke mamosta, xwendevan û malbatên xwendevanan, xwest bi hinek çalakiyên hunerî û edebî bi boneya Şeva Yelda lidarbixin. Armanca me ya van çalakiyan jî nasandina çand û hunera kevin ya Kurdî ye.”

Wan jî Şeva Yeldayê jibîr nekir

Kovara Destar, Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandê ya Arsîsa û Aryen Hunerê li hêwana ŞanoWanê Şeva Yeldayê pîroz kirin. Gel bi kincên xwe yên Kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de sînevîzyon hat nîşandan, dengbêjan kilam gotin û helbest hatin xwendin. 

Di şevê de ewilî sînevîzyona ku behsa dîroka Şeva Yeldayê dike hat nîşandan. Paşê Dengbêj Meryemê kilam gotin. Di dema kilamên Meryemê de dirûşmeya "Bijî berxwedena gerîla” hat berzkirin. Piştî Dengbêj Meryemê, Dengbêj Apê Ûsiv derket ser dikê û kilam gotin. 

Neslîhan Şedal ku xebatên Jineolojiyê bi rê ve dibe û nivîskar Heval Dilbihar jî helbest xwendin.

ROJNEWS/MA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.