- Di şerê li dijî Kurdistanê de dewleta Tirk a dagirker sermayeya xwe û jê zêdetir jî xwar. Ji ber wê jî krîza aborî û buhabûna tişt û xizmetan kir ku xelk off bibe.
Di şerê li dijî Kurdistanê de dewleta Tirk a dagirker sermayeya xwe û jê zêdetir jî xwar. Ji ber wê jî krîza aborî û buhabûna tişt û xizmetan kir ku xelk off bibe. Piştî bajarên Agirî, Colemêrg û Mêrdînê doh jî li Şirnexê çalakiyên Kurdistaniyan li dijî rêveberiya hikûmeta Tirk hebûn.
Li navçeyên Şirnexê Hezex û Qilabanê welatî daketin meydanan û buhabûna heqê ceyranê protesto kirin. Wan got, "Kovîd-19 me nakuje, DEDAŞ me dikuje."
Xelkê Hezexê li Kolana Hûner li dijî buhabûna heqê ceyranê kom bû. Welatiyan xwest buhabûnê protesto bikin, lê polêsên Tirk ên dagirker êrişî wan kir. Lê belê xelkê dîsa jî meşa xwe û protestoya xwe bire serî.
Xelkê Hezexê bi dirûşmeyên wekî "Kovîd-19 me nakuje, DEDAŞ me dikuje", "Hikûmet îstîfa" û "Ji talanê re na" heta Kolana Îstîklalê meşiya.
Xelkê Hezexê berê xwe da avahiya DEDAŞ'ê jî, lê belê polêsên dagirker êrişî xelkê kir.
Li navçeya Şirnexê Qilebanê jî bi sedan kes hatin cem hev û bihabûna ceyranê protesto kirin. Xelk heta ber Nûnertiya DEDAŞ'ê ya Qilebanê meşiya û dirûşmeyên "Hikûmet îstifa bike" gotin. Li ber avahiya DEDAŞ'ê daxuyanî hat dayîn û welatiyan xwest buhayên zêdekirî, bên betalkirin.
ŞIRNEX