• Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di rûniştina doza xwe de doh got, ji bo pêkanîna aştiyê her tim ew têkoşiyaye: "Ez dixwazim aştiyek bê vî welatî." 

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven di rûniştina doza xwe de doh got, ji bo pêkanîna aştiyê her tim ew têkoşiyaye: "Ez dixwazim aştiyek bê vî welatî." 

Sê dosyayên derbarê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" kirin yek.

Rûniştina dozê doh di Dadgeha Cezayê Giran a Amedê a 9´an de hat dîtin. Leyla Guven ji Girtîgeha Xarpêtê bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tevlî rûniştinê bû. Her wiha parêzerê wê Serdar Çelebî jî di salona rûniştinê de amade bû. 

Di rûniştinê de Leyla Guven parastina xwe kir û got, "30 sal in ez siyasetê dikim. Axaftina min a di nav 30 salan wek sûc derket pêşperî min.

Di welatên demokratîk de tiştên ku tên axaftin, wekî sûc nayên dîtin. Li wan welatan azadiya fikr û ramanê heye. Di axaftinê de heke êrişek hebe ev tişt dibe sûc. Di îdîanameyê de binê hin têgehan hatiye xêzkirin û wek sûc hatine nirxandin. Yek ji wan jî Kurdistan e. Di dozên li dijî min de binê peyva Kurdistanê hatiye xêzkirin. Di dîroka nêz de em axaftinên serokkomar û rayedarên AKP'ê binihêrin. Dema ji bo serokkomar ne sûc be, ji bo me jî ne sûc e."

Leyla Guvenê di parastina xwe de bal bire ser têkoşîna xwe û got, "Di xebatan de min armanc dikir ku ev şer ji holê rabe. Ez tenê dixwazim aştiyek bê vî welatî. Têkoşîna min ji bo pêkanîna aştiyê ye. Min hertim daxuyaniyên siyasî da û daxuyaniyên min ne sûc in.”

Parêzer Serdar Çelebî jî got, dê piştî mutalaayê parastinê bikin. Heyeta dadgehê jî ji bo amadekirina mutealayê rûniştin taloqî 6'ê Hezîranê kir.

AMED