• Ji bo ku Kurdî di her warê jiyanê de bê bikaranîn YXK û JXK’ê li Baselê kursa zimanê Kurdî da destpêkirin.

Ji bo ku Kurdî di her warê jiyanê de bê bikaranîn YXK û JXK’ê li Baselê kursa zimanê Kurdî da destpêkirin. YXK û JXK da zanîn ku ew ê xebatên kursên Kurdî li seranserê Swîsreyê belav bikin.

Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) û Yekîtiya Xwedenkarên Kurdistanê (YXK) li bajarê Swîsreyê Baselê, bi armanca berfirehkirina bikaranîna zimanê Kurdî li dijî asîmîlasyon û qedexeyan, kursa zimanê Kurdî vekirin.

Xwendekaran li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCDK) a Baselê dest bi dersên zimanê Kurdî kir.

Aktîvîstên JXK û YXK’ê got, ew ê kursên ziman li seranserê Swîsreyê belav bikin.

Xwendekaran anî ziman ku kursa ziman bi taybetî ji ciwanan û malbatan re ye: “Berê kesî ji me bi Tirkî nizanibû, em hemû li dibistanan fêrî wê bûn. Niha em ji Tirkan çêtir bi Tirkî diaxivin. Ji ber ku her tim ji me re hate gotin, Kurd bêperwerde ne û divê em tiştekî îsbat bikin.

Tevgera Kurdî divê xwe bi Kurdî îfade bike

Bi qedexekirina ziman, gelê Kurd bi xwe jî hat qedexekirin. Zimanê Kurdî ji ber dûrketina gel ji hawîrdora xwe ya xwezayî, bêparastin maye. Bi koçberbûna ber bi bajaran ve, Kurd û zimanê wan ê zikmakî jî paşde hatin avêtin. 

Kurdî êdî weke berê nayê înkarkirin, lê pêwîstî bi tevlêbûna zêde heye. Bi hişmendiyeke neteweyî tevgerîn, ziman diparêze û bi pêş dixe.

Bêyî hişmendiyeke wiha, şensê ziman tine ye ku bimîne. Ji bo vê jî em ji bo parastina zimanê Kurdî dixebitin û em dibînin ku vê xebatê bandoreke erênî li siyaseta Kurd kiriye. Tevgereke siyasî ya ji bo maf û azadiya Kurdan têdikoşe, divê xwe bi Kurdî îfade bike. Tişta ku di vir de bi taybetî girîng e ew e ku zimanê Kurdî di hemû pêkhateyên sazî û dezgehan de cihekî fermî wergire û di jiyana rojane de jî bê bikaranîn.

Lewma em dibêjin: Zimanê me rûmeta me ye!”

Mamosteyê zimanê Kurdî yê kursê, Mahmût Altûn jî li dijî zextên asîmîlasyona li ser zimanê Kurdî bang li malbat û bi taybetî ciwanan kir da ku biçin dersên Kurdî û hînî Kurdî bibin.

ANF/BASEL