Kurdên Japonyayê çûn hewarê

Nûçeyên Dîaspora

Pêncşem 16 Sibat 2023 - 02:11

ERKAN GULBAHÇE

Gava 6´ê Sibatê erdhejên bi şida 7.7 û 7.6 ên navenda wan li navçeya Mereşê Bazarcixê gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Tirkiye û Sûriyê hejandin, li seranserê dinyayê ji bo gihandina hewarê kampanya hatin destpêkirin.

Li Japonyayê jî bi pêşengiya Komeleya Çanda Kurd a li Tokyoyê, Kurdan û dostên wan ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê kampanya dan destpêkirin. Vakkas Çolak ê li Zanîngeha Tokyoyê dersên Kurdî dide, da zanîn ku ji sedî 95´ê Kurdên li Japonyayê, ji deverên erdhejê ew gelekî êşandine yên weke Mereş, Semsûr û Entabê ne û wiha peyivî: “Hema çawa xelkê me ji erdhejê agahdar bû, li Komeleya Çanda Kurd kom bû. Xizmên gelek welatiyên Kurd ên li Japonayayê di erdhejê de mirin. Ji ber ku xizmên wan di bin xirbeyan de ne, gelekan xwest biçin hewarê. Me zûzûka kampanyaya alîkariyê da destpêkirin û tevê kesên çûn hewarê ew pere gihandin cihê hewarê.”

Vakkas Çolak da zanîn ku di kampanyayê de dostên wan ên Japon jî gelekî alîkar bûne: “Heta niha dostên me yên Japon ên ku pere li hesabê komeleya me razandin yan jî bi xwe hatin komeleyê pere ji destan dan, ji 15 milyon yenan bihurî. Xelkê me yê li Japonyayê jî heta niha bêhtirî 30 milyon yenî dane kampanyayê. Qederê 50 milyon yen pere me berhev kirin û ev jî dike qederê 300 hezar euroyî. Elaqeya ji bo kampanyayê jî her roj zêdetir dibe. Çapemeniya Japon jî elaqeyê nîşan dide.”

Bi koordînasyona HDP´ê alîkarî gihandin

Di çarçoveya kampanyayê de Komeleyê alîkarî di ser koordînasyona HDP´ê re gihandine hewara xelkê: “Em timî bi HDP´ê re di têkiliyê de ne. Me li gelek restoran û kargehan qutiyên alîkariya pere danîn û xelk alîkariyê dike.”

Di heman çarçoveyê de bi pêşangiya Erika Ueda ya ku muzîka Kurdî îcra dike, ji bo desteka ji kampanyayê re konser wê bên dayîn.

Vakkas Çolak da zanîn ku piştî vegera xelkê çûye hewarê, li Japonyayê ew ê merasîmeke mezin a sersaxiyê jî organîze bikin. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.