Kurdan doza azadiya Ocalan kir

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 21 Adar 2023 - 09:50

Li gelek navendên Ewrûpayê yên weke Hamburg, Parîs, London û Torînoyê, çalakiyên Newrozê bi rê ve çûn. 

HAMBURG:Bi mêvandariya Partiya Çep, li Parlamena Eyaletê ya Hamburgê resepsiyoneke Newrozê hat dayîn. Kurdistanî, İranî, Efxan û Elman jî di resepsiyonê de hazir bûn. Hevseroka Rêxistina Partiya Çep a Hamburgê, Sabine Boeddinghaus destpêkê axivî û got, ji ber erdhejê, ew bi xemgînî Newroza îsal pêşwazî dikin. Wê bi bîr xist ku rejîma AKP-MHP´ê ya Tirk di erdhejê de cudakariya alîkariyê kiriye beramberî Kurdan. Wê xwe xwest Newroz bibe sedema serketina aştî û demokrasiyê. Parlamentera partiya Çep a eyaleta Hamburgê û hevseroka partiyê ya eyaletê, Cansu Ozdemirê jî got Newroz ne tenê cejnek e, ew rêûresmeke berxwedanê ye di têkoşîna gelê Kurd de. Di bernameya çandî de hunermend Umut Botan,Şehram Muhameddi, Rafa Rojhelat, İbrahim Batman, Elî Şiblî û koroya jinan a Colective Cooltur derketin ser dikê.

MARBURG: Li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê jî pîrozbahiya Newrozê li Qada Bürgerhaus Cappel-Marburgê hat lidarxistin. Serokê Şaredariya Marbûrg ê SPD'lî Dr.Thomas Spies, Die Linke Hennig Köster û nûnerên NAV-DEM’ê axaftin kirin.

Hunermend Silava Rojava, Hozan Memyan û Dilara Kobanê derketin li ser dikê stran gotin.

LUBECK: Li bajarê Lubeck ê Elmanyayê jî bi sedan Kurd û dostên wan Newroz pîroz kirin. Pîrozbahiya Newrozê li Qada Lubeck Wiesental am Schaluppenwegê hat pîrozkirin. Hunermend Saîd Dêrik, Baran Agîr, Tewfîk Goyî, Hejal Elanî û Îdrîs Bêrtî derketin li ser dikê stran gotin.

PARÎS: Li paytexta Fransa Parîsê, Kurdan bi coşeke mezin Cejna Newrozê pîroz kir. Pîrozbahiya ku bi hezaran kes beşdar bûn, li banliyoya Villiers-le-bel a Parîsê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de ji bo giyanê şehîdan rêz hat girtin. Piştre Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa Abdullah Ûlmez û Berdevkê Têkiliyên Derve yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya axaftin kirin. Kurdan li ber stranên Farqîn Azad, Sûna Alan, Helîmê Omarî, Hozan Farûk û Yakûp Adîktî govend gerand.

MARSÎLYA: Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li Qada Parc De La Rose bi hezaran kesan bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo“ Newroz pîroz kirin. Bernameya Newrozê bi axaftina Mûrat Ceylan berdewam kir. Piştre Hunermend Ferhat Tûnç, Xecê, Mehmet Cantepe, Renas Demhat û Kewê Zeraq derketin li ser dikê û stranên xwe gotin.

RENNES: Kurdên li bajarê Rennes ê Fransayê hatin ba hev û li qada Parc des Gayeûllesê Newroz pîroz kirin. Girseya ku bi giranî ji ciwan û jinan pêk dihat, bal birin ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û berxwedana gerîla. Siyasetmedarên Kurd Serhat Agirî û Kemal Aktaş axaftin kirin û bal birin ser wate û girîngiya rojê.  Hozan Alî Gul, Çetîn Zîlan û Ayfer Duzdaş derketin li ser dikê stran gotin.

STRASBOURG: Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê bi coşeke mezin Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de peyama KCK’ê hat xwendin. Piştî peyama KCK’ê siyasetmedar Faysal Sariyildiz axaftinek kir.  Sariyildiz, bal bire ser tecdrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan û got;“Heta tecrîd bi dawî nebe çareseriya pirsgirêka Kurd ne pêkan e û muxatabê çareseriyê Rêber Abdullah Ocalan e.“ Piştî axaftinan Serhado, Beser Şahîn û Sîdar Amed derketin li ser dikê û stran gotin.

LONDON: Li paytexta Îngilistan Londonê bi hezaran Kurdistanî û dostên wan hatin ba hev û Cejna Newrozê pîroz kirin. 

Li ser navê Meclîsa Gelê Kurd a Londonê Baran Pazarcik û Turkan Bûdak axaftinên vekirinê kirin. Hevserokan di axaftinên xwe de kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn.

Di pîrozbahiyê de li ser navê Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Brîtanya Îbrahîm Avcil, li ser navê Rojava Ehmed Muslim, siyasetmedar Osman Baydemîr, Parlementerên Partiya Karker Bambos Charalambous û Katherine West, serokê berê yê Partiya Karkeran Jeremy Corbyn axivîn Cejna Vejînê ya gelê Kurd pîroz kirin. Piştî axaftinan hunermend Diyar, Nûarîn, Nasir Rezzazî û Koma Zelal, Koma Sersî derketin ser dikê û stran gotin. 

RIJSWIJK: Li bajarê Rijswijk ê Hollandayê jî bi hezaran Kurdan Cejna Newrozê pîroz kirin. Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal bal bire ser Têkoşîna Azadiyê ya Gelê Kurd û got;"Kurd bi sedsalan e li ber xwe didin. Gelê Kurd wê bi têkoşîna azadiyê bi ser bikeve." Hevserokatiya DEM-NED’ê jî diyar kir ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo mafên gelê Kurd bidomînin û got;"Gelê Kurd wê li hemberî zilmê serî natewîne. Em ê di vê têkoşînê de mil bi mil bi ser bikevin."

LEUVEN: Kurdên li Belçîkayê û dostên wan ji bo Newrozê li Leuvenê hatin ba hev. Girseya tevlî şahiya Newrozê bûn, di serî de Newroza Rêber Abdullah Ocalan, gelê Kurdistanê, dostên wan, gerîla û berxwedêrên zindanan û tevahî mirovahiyê pîroz kirin.

TORINO: Li bajarê Torîno yê Îtalyayê jî Newroz bi coş hat pîrozkirin. Kurd û dostên wan agirê Newrozê vêxist û ji bo giyanê şehîdan rêz girtin. Di pîrozbahiyê de siyasetmedar Lezgîn Botan axivî û got: “Wateya vê Newrozê ji bo azadiya Rêber Apo ye.”

Piştî axaftinan Kurd û dostên xwe li ber stranên hunermend Mem û Zînê Botan govend gerandin.

LÎMASOL: Navendek din a pîrozbahiya Newrozê bajarê Lîmasol ê Qibrîsê bû. Bi sedan Kurd li gundê Alassa yê Lîmasolê hatin ba hev Cejna Newrozê bi coş pîroz kirin. Qada Newrozê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Mezlûm Dogan, alên PKK, HPG, YPG, YPJ’ê hat xemilandin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.