Dosta Kurdan Beate Ergun 17´ê Hezîranê ji ber tumora di mejiyê wê de, wefat kir. Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistanî ya Ewrûpayê (KCDK-E) ji bo wê peyameke sersaxiyê weşand.
KCDK-E´yê got, “Beate Ergun dema ku wefat kir 63 salî bû, hema bibêje 40 salan ji bo têkoşîna azadiyê ya gelê Kurdistanê dixebitî. Di bin banê Mala Gelê Kurd a Aachenê de aktîf xebatên têkîliyên derve meşandin. Ti carî ji ti wezîfeyê xwe nedida paş.
Gelê Kurd dosteke xwe, hevrêyek xwe winda kir. Em ê her tim wê di têkoşîna xwe ya azadiyê de bi bîr bînin û bibîranînên wê zindî bihêlin.”
KCDK-E’yê bi bîr xîst ku îro (21’ê Hezîranê) li Goristana Huls a li navnîşana Wîlmerdorferstr. 50, 52068 Aachenê, ji bo Beate Ergun wê merasîma bibîranînê were lidarxistin û bang li gelê Kurd kir da ku di merasîma cenaze de xwedî li Beate Ergun derkeve. KCDK-E´yê ji malbata wê û gelê Kurd re sersaxî xwest.
AACHEN