Kurdan daxwazên xwe dan PE´yê

Nûçeyên Dîaspora

În 21 Cotmeh 2022 - 03:45

Li hemberî êrişên dewleta Tirk ên li dijî gerîla ku bi çekên kîmyewî dike, li pêşiya Parlamena Ewrûpayê ya li paytexta Belçîkayê Brukselê, çalakiyek hate lidarxistin. Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal li vir got, "Heta ku siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bê şikandin, berxwedana me wê dewam bike." 

Kurd û dostên wan li meydana Luksembûrgê ya li pêşiya Parlamena Ewrûpayê civiyan û bêdengiya hikûmetên rojavayî û saziyên navneteweyî li hemberî êrişên kîmyewî şermezar kirin. Çalakî li ser banga KCDK-E'yê pêk hat.

Di çalakiyê de bi dehan kesan ji bo balê bibin ser êrişên kîmyewî, kincên spî li xwe kirin. Xwepêşanderan  dirûşmeyên "Erdoganê terorîst", "Tirkiye bombe dike, NATO fînanse dike" gotin.

 

Divê OPCW êrişên kîmyewî bisekinîne

Di xwepêşandanê de wêneyên 17 gerîlayan bi sîlehên kîmyewî şehîd bûyî, hatin hildan. Li ser navê amadekarên çalakiyê, hate gotin, HPG'ê gelek dîmen weşandine ku nîşan didin, leşkerên Tirk ên dagirker li Başûrê Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar tînin. Wan di dewamê de wiha bang li Rêxistina Qedexekirina Sîlehên Kîmyewî (OPCW) kir: "Divê OPCW guh bide gelê Kurd û IPPNW´ê û pisporên navneteweyî. Divê mijara êrişên artêşa Tirk a bi çekên kîmyewî êdî binirxîne. Divê OPCW bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve, lêbikole, şermezar bike û tavilê rawestîne."

Hevserokê KCDK-E'yê Yuksel Koç jî li cihê çalakiyê got, gerîla paşeroja azad a gelê Kurd e. Yuksel Koç bang li her kesî kir da ku xwedî li paşeroja xwe derkevin û ji bo vê seferber bibin. Koç her wiha PDK şermezar kir ji ber ku nahêle pispor li herêmê lêkolînan bikin.

Zozan Derîk jî li ser navê PYD'ê axivî û li dijî bikaranîna çekên kîmyewî banga xurtkirina têkoşînê li gelê Kurd kir.

 

Em ji bo gerîla li vir in

Di dawiyê de Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal peyivî û got, “Em ji bo gerîla hatin vir”. Wî bi bîr xist ku di nava 6 mehên bihurî de dewleta Tirik di êrişên xwe yên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê de pirr zêde sîlehên kîmyewî bi kar anîne û got, "Dewleta terorê ya Tirk hewl dide bi terorê miletê Kurd tine bike. Mirov çawa beramberî vê bêdeng bimîne? Gelê Kurd wê vê yekê ti carî qebûl neke. Lazim e Yekîtiya Ewrûpayê dengê gelê kurd bibihîse. Heta ku ev siyaseta qirkirinê ya li dijî gelê Kurd bê şikandin, tecrîdkirina Rêber Apo bê bidawîkirin û ev siyaseta şer ji holê bê rakirin, berxwedana me wê dewam bike.”

 

Polêsan êriş kir 

Piştî axaftinan çalakgeran berê xwe da Parlamena Ewrûpayê (PE), lê belê bi dehan polêsan pêşî li wan girt. Polêsan gaza îsotê avêt xwepêşanderan. Polêsekî jî bi gotinên bi Tirkî bi ser xwepêşanderan de çû û vê yekê alozî mezintir kir. 

Bi polês û maşîneke ava bi şid dor li xwepêşanderan hate girtin. Piştî ku destûr hate dayîn ku li ser navê xwepêşanderan heyetek ji sê kesan bikeve PE´yê alozî bi dawî bû. Wan dosyayek da Parlamenê. 

Di dosyaya KCDK-E'yê de ji Konseya Ewrûpayê, saziyên navneteweyî hate xwestin ku ji bo lêkolîna mijarê bikevin nava liv û tevgerê. Ji OPCW´ê jî hate xwestin ka çawa heyetek ji bo lêkolînkirina êrişa kîmyewî şand Xûta û Dûmayê, bi heman rengî bişîne Başûrê Kurdistanê jî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.