- Parlemena Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar dicive. Lê ka civîn wê bi erka hilbijartina serokkomar rabe yan na, hîna ne diyar e.
5 meh di ser hilbijartinên pêşwext ên Iraqê re derbas dibin, lê ne serokkomar hatiye hilbijartin ne jî hikumet hatiye avakirin. PDK ji bo serokkomariya Iraqê bi dest bixe, her tiştî dike, YNK û Çarçoveya Hemahengî ya Şîiyan jî careke din civîna ji bo serokkomariya Iraqê boykot dikin.
Di 10’ê Cotmeha 2021’ê de li Iraqê hilbijartina pêşwext pêk hat. Piştî hilbijartinê Mihemed Helbûsî ji bereya Sunî weke serokê parlamenê karî bê hilbijartin.
Li gorî qanûna Iraqê, diviya piştî hilbijartinê di nava 15 rojan de serokkomarê Iraqê ji nû ve bihata hilbijartin. Lê va ye, 5 meh temam dibin û serokkomar nehatiye hilbijartin.
PDK ji bo ku serokkomariyê bi dest bîne, bi tevgera Sedr û Hevpeymaniya Serweriyê ya Sunî re tifaq kir. Navê hevpeymanê vê hevteyê bû ‘Hevpeymana Rizgariya Nîştimanî [ya Iraqê].’ Tifaq dixwaze namzetê PDK´ê Rêber Ehmed bê hilbijartin. Serokwezîrê vê tifaqê jî heger bi serkeve wê bibe Mihemed Cehfer Sedr.
Hilbijartin îro ye
Parlemena Iraqê ji bo hilbijartina serokkomar îro dicive. Lê ka civîn wê bi erka hilbijartina serokkomar rabe yan na, hîna ne diyar e.
Çarçoveya Hemahengî ya Şîiyan pêr ragihand ku ew ê civîna hilbijartina serokkomariya Iraqê ya îro boykot bike.
Parlamenterê Hevpeymana Fetih, Ebas Zamlî jî got; “Proseya siyasî a niha gelek metirsî ye, amadebûna me ya ji bo civîna hilbijartina serokkomariyê jî zehmet e. Çarçoveya Hemahengî û hemû aliyên bi wan re jî wê tevlî civîna parlamenê nebin.” Yanî li gorî wî bi israra tevgera Sedr civîn wê pêk bê.
Parlamenterê YNK´ê yê li Parlamena Iraqê, Herêm Kemal Axa jî ji medya nêzî YNK’ê re axivî û got, YNK jî civîna îro boykot dike.
Di parlamena 329 kesî de divê ji sê paran 2´yê parlamenteran hazir bin da ku li gorî qanûnê hilbijartin pêk were. 160 parlamenterên tifaqa Hevpeymana Rizgariya Nîştimanî hene; tevî ku ew îdîa dikin ev hejmar 180 ye. Ji bo civîn pêk were lazim e 220 parlamenter hazir bin. Sedr hêvî dike ku qederê 40 parlamenterên serbixwe destekê bidinê û civîn pêk were.
Herêm Kemal Axa wekî din got, serokkomariya Iraqê wê para YNK’ê be. Li gorî Kemal Axa hevpeymaniya Sedr, PDK û Suniyan jî wê bi ser nekeve û Kurdan bikin beşek ji pirsgirêkan.
Axir ev qederê 5 mehan e ku valahiya siyasî ya li Iraqê berfireh dibe û bi taybetî dewleta Tirk ji vê valahiyê sûdeke mezin werdigire. Tirkiye hem destwerdana kar û barên Iraqê dike, hem jî dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê roj bi roj berfireh dike.
ROJNEWS/BEXDA