• Meclîsa Kurdistaniyên Azad ya Berlîn (Nav-Berlîn) ji ber nexweşiya koronayê navber dabû xebatên xwe yên çand û hunerî. Nav-Berlîn piştî korona sivik bû niha dixwaze xebatên xwe wek berê bidomîne.

Meclîsa Kurdistaniyên Azad ya Berlîn (Nav-Berlîn) ji ber nexweşiya koronayê navber dabû xebatên xwe yên çand û hunerî. Nav-Berlîn piştî korona sivik bû niha dixwaze xebatên xwe wek berê bidomîne. Ew dixwazin dersên muzîk û govendê bidin. 1’ê Cotmehê miracaetên qursan destpêkirin û ew hêvî dikin di 25’ê Cotmehê de dest bi kursan bikin.

Li gorî pêdiviyan

Nav-Berlîn dema rewşa koronayê giran bû wek “maseya qrîzê ya koronayê” dihat bikaranîn, lê piştî rewşa koronayê ya giran siviktir bû ew dîsa berê xwe da xebatên xwe yên çand û hunerî. Hevserokê komîsyona çandê ya Nav-Berlîn û solîstê koma muzîka Vejîn Ozgur Işık derbarê kursan de agahî dan û got, “Ji bo zarok û ciwanan em ê kursên govendê çêkin. Ji xwe komeke me ya folklorê ya ku ji jinên ciwan pêk dihat hebû. Her wiha li gor temenên beşdaran em ê kursên tembûrê jî bidin destpê kirin. Heger zarokên 3 û 6 salî serî li kursan bidin em ê li gor pêdiviya wan jî koman çêkin û ji wan re bibin alîkar.”

Işık da zanîn ku heya 15’ê Cotmehê dema miracaeta kursan dewam dike. Kesên bixwazin dikarin bi riya navnîşana ”Residenzstr 54, 13409 Berlin” serî li kursên saziya Nav-Berlînê bidin.

BERLÎN