Kongreya MSD′ê pêk hat

Pêncşem 21 Kanûn 2023 - 00:48

Bi dirûşma “Yekitiya sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ye”, Kongreya 4′emîn a Meclîsa Sûriyeyê ya Demokratîk MSD′ê li Xwaringeha Erd El Seîda ya li Reqayê pêk hat.

Ji nûnerên MSD′ê yên li Sûriyeyê û derveyî welat 400 delege beşdarî kongreyê bûn, nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê , kesayetên serbixwe, nûnerên rêxistinên jin, ciwan, nûnerên pêkhateyên Êzîdî, Suryan, Ermen û her wiha gelek şêx û rûspiyên eşîran beşdar bûn. Rûniştina yekemîn ji ragihandinê re girtî dewam pêk hat. Piştre nameyên pîrozkirina kongreyê hatin xwendin.

Di rûniştina duyemîn de sazûmaniya MSD′ê, belgeya siyasî ya MSD′ê, nexşeya wê ya siyasî û rêzikname hatin nîqaşkirin. Piştre meclisa giştî ya MSD′ê hat avakirin û hevserokatiya nû hate hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.