Kongreya MSD′ê hate lidarxistin

În 22 Kanûn 2023 - 00:53

Meclisa Sûriya Demokratîk MSD’ê bi encamnameyekê kongreya xwe ya 4′an bi dawî kir. Hevserokê hatiye hilbijartin Mehmûd El Muselet encamname xwend. Di encamnameyê de hate gotin xebat li ser çalakkirina diyaloga Sûriyeyî-Sûriyeyî were kirin, li kêlek wê jî têkilî bi dewlet û aliyên di krîza Sûriyeyê de bandor in dewam bike. Her wiha di encamnameyê de hate destnîşankirin ku mafê Sûriyeyê di vegerandina serweriya xwe li ser tevahî xaka Sûriyeyê de heye û mafê wê ya redkirina tevahî planên guhartina demografîk, koçberkirina şêniyên resen heye. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin xebat li ser başkirina rewşa sûriyeyiyên di kampên koçberiyê de were kirin û hate eşkerekirin ku mafê her hêzeke Sûriyeyê heye ku her lihevkirineke çandî bi her aliyekê re li dar bixe.

Di kongreya 4’an a MSD’ê ku li Reqayê bi beşdariya 400 delegeyan li dar ket, Leyla Qereh Man û Mehmûd Deham Ebdulezîz weke hevserokên MSD’ê li şûna Riyad Dirar û Emîne Omer hatin hilbijartin. 

Hevserokên MSD’ê kî ne?

Leyla Qereh Man, li Efrînê sala 1980’î jidayîk bûye. Di destpêka Şoreşa 19`ê Tîrmehê de xebatên xwe yên siyasî zêde kirin, bi taybet li gel tevgerên siyasî yên jinan.

Leyla Qereh Man, Navenda Perwerde û Bîrdozî ya Jinan li Heleb û Efrînê vekir. Dûre xebatên xwe yên siyasî li Lubnanê weke nûnera têkiliyên dîplomatîk a Kongra Star meşandin. Li wir hewl da têkiliyan jinan ên bi jinên ji Afrîkayê re xurt bike. 

Leyla Qereh Man, di kongreya 3’an de, tev li MSD’ê bû. Weke endama Meclisa Serokatiyê û cîgira Hevserokatiya MSD’ê cih girt. Sala 2020’an tevlî Partiya Sûriya Pêşerojê bû û weke cîgira serokê partiyê xebitî.  

Mehmûd Deham Ebdulezîz El Mislet li Hesekê sala 1974’an jidayîk bûye. Di têkiliyên navneteweyî de master, di lêkolînên Rojhilata Navîn de jî diploma bi dest xistiye. Di Zanîngeha Ohio û Zanîngeha Oberlin ên Emerîkayê de mamoste ye. Sala 2014’an ji aliyê hikumeta Şamê ve bi hinceta tevlîbûna rêxistineke siyasî ya qedexe, hate girtin. Yek ji damezirînerên Partiya Pêşxistinê ya Nîştimanî ya Sûriyeyê ye. Di partiyê de serokê Nivîsgeha Têkiliyên Derve ya Meclisa Nîştimanî ya Sûriyeyê li Emerîka û Kanadayê bû.

Serokê Navenda Çanda Erebî-Emerîkî ya Lêkolînên Îslamî ya li bajarê Lorîn ê Ohioyê, serokê Beşa Lêkolînên Qanûn û Têkiliyên Navneteweyî ya Zanîngeha Commonwealth a Emerîkayê, gerînendeyê şîrketa MDM a lêkolîn û şêwirên qanûnî û perwerdeyê û yek ji damezirînerên Îtîlafa Îlmanî ya Sûriyeyî ya Parîsê ye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.