Komkujî bêbersiv namînin
Pêncşem 15 Tebax 2024 - 00:52
Berdevka Ragihandinê ya YPJ’ê Rûken Cemal derheqê êrîşên rejîma Şamê û çeteyên Dîfa El-Wetanî yên li ser Dêrazorê diyar kir eger plana wan li Dêra Zorê bi ser ketiba, wê berê xwe dabana Reqa, Tebqa, Minbic û Hesekê lê plana wan hatiye şikandin. Cemal her wiha got ew ê êrîşên li ser gel bêbersiv nemînin.
Rûken Cemal diyar kir ku rejîma Sûriyê êrîşên li Dêrazorê bi rê ve dibe û bi fermana wê komkujî li dijî sivîlan pêk hatin. Destnîşan kir ku QSD’ê bi rengekî xurt bersiv da û bi hevgirtina gelê herêmê ev plana wan a berfireh hate şikandin.
Şeva 6-7’ê tebaxê, hêzên bi ser rejîma Şamê ve û çeteyên Dîfa El-Wetenî, ji rojavayê çemê Firatê ve êrîş anîn ser rojhilatê Firatê. Hêzên Sûriya Demokratîk ragihand ku wan bersiv daye van êrişan û planeke mezin têk birine. Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê şer û pevçûn li Dêrazorê dom dikirin. Derheqê vê mijarê Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal ji rojnameya me re axivî.
Plana wan neçû serî
Rûken Cemal diyar kir êrîşeke berfireh ji hêla Hêzên Rejîma Sûriyê û çeteyên Dîfa El-Wetenî ve pêk hatiye û planeke mezin li dû wê heye û got “Ev êrîşeke bi plan û ne ji rêzê ye. Nexasim ku van rojan salvegera komkujiya Şiêtat e. Sala borî jî di heman mehê de bi operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” ya QSD’ê heman plan li Dêrazorê hatibû şikandin. Ji ber vê, di salvegera plana xwe de, êrîşeke berfitehtir pêk anîn” Cemal da zanîn ku hêzên rejîmê û çeteyên Dîfa El-Wetenî hem ji rojavayê Firatê gundên rojhilatê Dêrazorê topbaran dikin û hem jî gelek caran hewl dan bi rengekî bejahî têkevin nav gund û bajarokan.
Berdevka Ragihandina YPJ’ê eşkere kir ku eger plana wan li Dêra Zorê bi ser ketiba, wê berê xwe dabana Reqa, Tebqa, Minbic û Hesekê û wiha domand: “Heta niha hewldanên wan dewam dikin, lê di encama bersivên QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hindirîn, plana wan neçû serî.’’
11 sivîl şehîd bûn
Rûken Cemal destnîşan kir ev êrîş bi fermana berpirsê istixbarata Rejîma Sûriyê Husam Loqa ve tên kirin û got, “Bi ferman wî komkujî li gundê Dehla yê Dêra Zorê pêk hat û di encamê de 11 sivîl bi carekê re ku piraniya wan jin û zarok bûn, şehîd bûne.’’
Tola xwe ji sivîlan hilanîn
Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal ragihand QSD’ê bi qasî 17 hezar şervanên xwe beşdarî vî şerî kiriye, her wekî tevahiya êlên Dêrazorê mil bi mil pişta QSD’ê girtine û bi hev re helwesteke yegirtî nîşan da, lewra ev plan hatiye şikandin û wiha domand: “Hejmareke sivîl û 2 şervan şehîd bûn, lê belê karîbûn zora planeke mezin bibin, bi taybet bi helwesta û xwepêşandanan ew plan pûç bû. Ji ber vê, rejîmê tola xwe ji sivîlan rakir û xwest tirsê têxe dilê welatiyan û gefê li wan bixwe, lê bi kêrî tiştekî nehat.”
Xelkê Dêrazorê li pey QSD’ê ye
Rûken Cemal destnîşan kir ku ev êrîş di demeke wiha de hatiye ku dewleta Tirk a dagirker êrîşê tîne û şaneyên DAIŞ’ê di nava tevgerê de ne, lewra ev êrîşên li Dêrazorê rasterast piştgiriya êrîşên dewleta Tirk in. Cemal her wiha diyar kir ku xwest nîşan bidin ku ev êrîş bi daxwaza êlên herêmê ve ye, lê belê belge derketin ku rejîm li dû êrîşan e, ji ber vê çendê xelkê Dêrazorê yên ku ziyan ji rejîmê û DAIŞ’ê dîtine, bi xurtî bersiv dane û bi rengekî zelal gotine QSD’ê hêza wan a sereke ye û parêzvana wan e.
Berdevka Ragihandina YPJ’ê got wê komkujiyên li dijî sivîlan bê bersiv nemînin û wê bi her rengî tola wan were hilanîn û xwîna gel li erdê nemîne.
NAVENDA NÛÇEYAN