Komkujî adeta wê ye

Yekşem 26 Kanûn 2021 - 22:27

  • Dewleta Tirk pêr berêvarê li Kobanê êrişî maleke sivîlan kir, 2 kes şehîd kirin û di êrişê de 7 kes jî birîndar bûn. Rêveberiya Xweser êriş û bêdengiya hêzên garantor rûreş kir û got, Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkên komkujiyan in. 

R​​​êveberiya Xweser a Herêma Firatê li ser êrişa delweta Tirk a pêr li dijî Kobanê daxuyanî da û got, 2 kes şehîd bûn, 7 kes jî birîndar bûn.

Rêveberiyê got, Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyaya Federal berpirsên sûcên dewleta Tirk in. Dewleta Tirk a dagirker pêr saet derdora 16:00'an, bi balafireke bêmirov li rojhilatê bajarê Kobanê malek bombebebaran kir. Li ser mijarê, Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê daxuyaniyeke fermî weşand û got, 2 sivîl şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn. Birîndar li nexweşxaneyên bajêr tên dermankirin.

Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê got, "Ev êriş di çarçoveya rêzeêrişên terorê yên dewleta Tirk û çeteyên wê de û di nav bêdengiya dewletên garantorên agirbestê de têne kirin."

Meclîsê koalîsyona navneteweyî ya li dijî DAIŞ´ê û Rûsyaya Federal jî weke berpirsên êrişên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir.

Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweser a herêma Firatê, daxuyaniyek li pêşiya avahiya meclîsê ya li Kobanê jî da û êrişa dewleta Tirk şermezar kir.

Dixwazin ser pirsgirêkên nava Tirkiyeyê bigirin

Cihgirê Hevserokatiya Meclîsa Rêveber a Herêma Firatê, Nîhad Ehmed got, dewleta Tirk hewl dide qirkirineke nû li dijî gelê Kurd û projeya demokratîk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk bînê. Wî îşaret bi wê yekê kir ku rêjeya êrişên dewleta Tirk zêde bûye. Wê got, diyar e ku AKP dixwaze bi rêya van êrişan, berê xelkê ji ser aloziya xwe ya aborî bide aliyên din.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka naveteweyî û dewletên garantor hate kirin da ku şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê rawestînin, bi rola xwe rabin di sekinandina hovîtiya dewleta Tirk de.

Bi bêdengiyê dibin şirîkên êrişan

TEV-DEM'ê jî bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir da ku li hember dewleta Tirk a faşîst, hevgirtin û têkoşînê geş bikin. TEV-DEM'ê got, civaka navneteweyî bi bêdengiya xwe şirîkê sûcên dewleta Tirk a dagirker e.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişa hewayî ya pêr got, "Tevgera zêde ya balafirên sixûrî yên bêmirov ên dewleta Tirk a dagirker li asîmanê Rojava di 24 saetan de rojane li xeta sînor diyar e û ev bûye adet li cem faşîzmê ku bomebebaran dike, wêran dike û qetil dike. Bi van sûcan, tevahî qanûnên navneteweyî binpê dike. Her wiha bi sûcên xwe yên terorîst ti qîmetî nade bi qanûn û peymanên navneteweyî.”

TEV-DEM'ê got, ev êriş nîşaneya bêçarebûna dewleta Tirk in, ku ji ber aloziyan tengijî ye: "Ev êrişên terorî yên tirsonek ên dewleta Tirk a dagirker, encamên aloziya wê ya aborî û civakî ye, her wiha nîşan dide ku nikare siyaseta binketî bi rê ve bibe, ji ber vê yekê rêbazên şerê binketî û şerê tolhildanê ji vîna gelên berxwedêr xistiye dewrê da ku temenê terorê û tundrawiyê dirêj bike." 

TEV-DEM bêdengiya navneteweyî, di serî de bêdengiya Rûsya û koalîsyona navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk şeremzar kir û got: "Bi bêdengiya xwe dibin şirîkên van sûcan."

Hêzên hegemonîk perpirs in

Kongra Star a herêma Firatê jî nerazîbûn nîşanî êrişa li dijî Kobanê da. Endama koordînasyona Kongreya Star, Macîde Hesûn li meydana Jina Azad daxuyanî da û got, “Em êrişa faşîzan a dewleta Tirk a li dijî Kobanê, şermezar dikin. Di vê êrişê de daxwaza dewleta Tirk a tinekirina sazî û rêxistinên li vê herêmê diyar dibe. Em dibêjin; hûn nikarin hêz û vîna me tine bikin. Em hêzên hegemonîk ên ku qaşo garantor in, berpirsyarên van êrişan dibînin. Her wiha em kesên xwefiroş ku sîxuriyê ji dewleta Tirk re dikin û ev êriş bi rêya wan tên kirin, şermezar dikin.

Kobanê ya gel e û dê wiha jî bimîne. Em ê êdî bêdeng nemînin, ji lewre banga me ji bo her çar parçeyên Kurdistanê û kesên azadîxwaz ew e ku em  êdî bi hev re dawiyê li faşîzma dewleta Tirk bînin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku balafirên bê mirov ên dewleta Tirk di 20 – 23`1ê Cotmeha borî de du navendên li bajarê Kobanê bombebaran kir û di encama wê de 5 welatî şehîd bûn û 3 jî birîndar bûn. 

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.