- CDK-F’yê ji hikûmeta Fransa xwest kesên fermana komkujiya li dijî jinên Kurd ên şoreşger dayî, dadgeh bike û dawiyê li bêcezahiştina qatilan bîne.
Îsal jî 9’ê Çile li paytexta Franseya Parîsê wê "meşa edaletê" bê lidarxistin ji bo bibîranîna 3 şoreşgerên jin ên 2013’an dewleta Tirk ew li Parîsê qetil kirin. Beriya meş bi rê ve biçe, Konseya Demokratîk a Kurd a Fransayê (CDK-F) bang li hikûmeta Fransayê kir da ku "Bêcezabûnê rawestîne, yên ferman dayî dadgeh bike".
CDK-F ji bo doza edaletê bike ji bo Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên 9’ê Çileyê 2013’an li Parîsê hatibûn qetil kirin, meşekê li dar dixe. Derbarê meşê de CDK-F’yê daxuyaniyek da. CDK-F’yê bi bîr xist ku endamê MÎT’ê Omer Gunay piştî komkujiya li dijî jinên şoreşger ên Kurd hatibû girtin, belge derketibûn holê ku nîşan didan ew endamê gurên boz jî bûye.
Hikûmetê sozên xwe ji bîr kirin
CDK-F’yê got, dewleta Fransayê lêpirsîn 2014-2015’an bi rê ve biriye, lê dadgehkirin û eşkerekirina biryarê dereng xist û piştî mirina Omer Gunay ê qatil 17’ê Kanûna 2016’an jî dadgehkirin û eşkerekirina biryarê hat betalkirin.
CDK-F’yê got, dadgeriya Fransayê ji destê xwe firsendeke muhim berdaye ji bo dadgehkirina sûcekî li ser erdê xwe bibe serî. CDKF’ê got, hikûmeta hingê soza xwe ya ronîkirina komkujiyê bi lez ji bîr kiriye, û wiha dewam kir: "Rayedarên Fransî timî xwestin têkiliyên bi Tirkiyeyê re biparêzin. Ew pirr çor bûn û malbatên mexdûran û nûnerên civaka Kurd jî qebûl nekirin."
CDK-F’yê dewam krîmînalîzekirina Kurdan li Fransayê û siyaseta bêcezahiştina komkujeran di xizmeta Erdogan de şirove kir û got, "Fransa bi vî rengî tenê xizmeta faşîzma Tirk-Îslam dike û cihê Erdoganî zem dike."
Êdî wêrek bin
CDK-F’yê xwest dadgeriya Fransayê êdî kesên fermana vê kokujiya siyasî dane, dadgeh bike, ji bo vê wêrek be: "Êdî dawiyê li bê cezamanê bînin. Qedexekirina gurên boz yan jî gefên bi cezayên bê kêr ên li dijî Tirkiyeyê têrê nakin. Heger Fransa dixwaze pêşiyê li belavbûna faşîzmê bigire, bila beriya her tiştî sûcên rejîma Tirk ên li ser edên xwe dadgeh bike. Ev gava pêşî û sereke ye ji bo ku ji Erdogan re bibêjin, êdî bes e."
Meşa 9’ê Çile
ji ber pandemiya ji ber vîrusa koronayê, îsal tenê xelkê Parîs û hawîrdora wê, wê beşdarî meşa edaletê bibin. Meş 9’ê Çile 2021´ê, saet 13:00’an li ber Gare Du Nordê dest pê dike. CDK-F’yê bang li xelkê kir da ku tevlî meşê bibin.
PARÎS