KNK wê bi koçberan re bimeşe

Nûçeyên Cîhan

Yekşem 14 Mijdar 2021 - 23:14

  • Şandeya KNK'ê li sînorê Lehistan û Belarûsê ye û dibêje, "Em ê bi koçberan re bimeşin.

Şandeya KNK'ê li sînorê Lehistan û Belarûsê ye û dibêje, "Em ê bi koçberan re bimeşin."

Di şandeya KNK´ê de hevserokê KNK'ê Ahmet Karamûs, rêveberê KNK'ê Mecît Heso, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Swêdê, endamên KCDK-E Başûr û Hevserokên Nav-Berlînê cihê xwe digirin. 

Hevserokê Nav-Berlînê Huseyîn Yilmaz got, ''Em hatin ser sînor. Polês û leşkerên wir ji 8 kîlometre zêdetir nehiştin ku em nêzî sînor bibin û derbas bibin.''

Yilmaz diyar kir ku dewleta Lehistanê nehiştiye ku rêxistinên civaka sivîl û şandeyên sivîl bi koçberan re têkiliyê deynin û li cihê cih derheqê arişeyan de raporan girêbidin.

Yilmaz got, saziyên çapemeniyê yên fermî yên Lehistanê û hin rêxistinên din ên medyayê, û ji herêma nêzî sînor ew vegeriyane Warşovê: ''Em vegeriyan Warşovê û li vir me û Rêxistina Mafê Mirovan a Helsinkiyê û Nûçegihanên Sînornenas (RSF) hev dît.''

Nehiştin KNK 
koçberan bibîne

Yilmaz li ser helwêsta rêxistinên civaka sivîl û hikûmeta Lehistanê got, ''Bi giştî em bi dilgermî pêşwazî kirin lê elaqedarî koçberan, hikûmeta Lehistanê da zanîn ku ew ê nehêlin em koçberan bibînin.''

Yilmaz her wiha got, ''Em jî wiha difikirin ku hikûmeta Lehistanê wê qebûl neke. Ji ber vê helwêsta wê drameke mirovî heye, her roj mirov dimirin. Gelek saziyên alîkariyê daxuyaniyan didin, lê hikûmet nahêle ku alîkarî bigihîje penaberan.''

Yilmaz têkilî xebatên şandeyê jî got, ''Helbet îro-sibe em ê biaxivin. Hê jî em li Warşovê hevdîtinan dikin. Em ê dîsa biçin sînor. Em ê bi koçberan re rûnin.''

Yilmaz herî dawî da zanîn ku wan bi Heyva-Sor re têkilî daniye û xwest alîkarî di ser Heyva Sor re bê şandin.

ANF/WARŞOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.