Kevneleşkerî serokwezîrê berê kuşt

Nûçeyên Cîhan

În 8 Tîrmeh 2022 - 22:18

  • Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shînzo Abe, piştî êrişeke çekdarî li nexweşxaneyê mir.

Serokwezîrê berê yê Japonyayê Shînzo Abe, piştî êrişeke çekdarî li nexweşxaneyê mir.

Abe ji bo hilbijatrinên senatoyê yên Yekşema bê, dema ku li mîtîngekê diaxivî, êrişeke çekdarî lê hate kirin.

Êriş li bajarê Nara li gorî dema herêmê saet di 11:30'î de hate kirin û Shînzo Abe yê 67 salî bi birîneke giran rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî daxuyaniyên destpêkê yên rayedaran, rewşa Abe gelekî giran bû. Piştî demekê jî Serokwezîrê berê mir.

Kesekî ku tê gotin, tetîkkêj e hate destgîrkirin. Li mala gumanbar lêgerîn hatin kirin. Derket holê ku gumanbar kevneleşkereke û sîleha ku pê serokwezîrê berê Abe kuût jî, wî bi xwe bi destê xwe çêkiriye.

Shînzo Abe Serokwezîrê Japonyayê bû û li wî welatî herî zêde ew li ser desthilatdariyê maye. Di sala 2006'an de bû Serokwezîr û piştre di salên 2012 û 2020’an de jî jinûve bû serokwezîr. Ji ber xirabûna siheta xwe neçar mabû îstifa bike.

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.