Kevirê me bidin me

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 17 Cotmeh 2022 - 08:14

  • Em baş dizanin ku ev berhem xenîmeta şer e. Di sedsala 18’an de bi awayekî ne rewa ji Misrê hate dizîn. Ev yek talankeriya mêhtingeran baş nîşan dide. Kevirê Rosetta perçeyekî giring ê gencîneya çanda Misra kevnar e û divê ev parçeyê giring li warê xwe yê esas ango li mala xwe vegere.
  • XASÊ CÛNÊ

 

Çavsoriya mêhtingeran li darê dinê navdar e. Wan heta niha dest daniye ser gelek berhemên dîrokî û wan xwestiye wan berhman bikin malê xwe. Lewma jî wan gelek berhemên dîrokî revandine welatên xwe û wan li muzeyên xwe nîşanî xelkê didin. Van pêlan, li hin welatan li hember vê rewşê nerazîbûn hene, û ev dengê nerazî dixwazin mêhtinger wan berhemên dîrokî li cihên wan yên esasî vegerînin. Beriya salekê Elmanyayê hin gav avêtibûn û “Bronzên Benîn” teslîmê dewleta Benîn kiribûn. Lê li gelek dewletên Ewrûpayê hîna bi hezaran berhemên dîrokî yên ku hatine talankirin û dizîn hene. Ingilîstan jî yek ji van dewletan e ku bi mêhtingerî û talankariye xwe navdar e. 

Komek arkeologên Misrî, ji bo ku Ingilîstan “Kevirê Rosetta” li welatê wan vegerîne, daxuyaniyek da. Wan her wiha li ser înternetê kampanyayekê îmzeyan jî da destpêkirin. Kevirê Rosetta yek ji bermahiyên Misra kevnar e û ew beriya bi 200 salan, ji hêla mêhtingerên Ingilîz ve ji Misrê hate revandin. Piştî ku Ingilîzan “Kevirê Rosetta” dizî, ew kevir li “British Museum” bi cih kirin. Her sal ji bo “Kevirê Rosetta” bibînin, bi hezaran insan diçin serdana muzeyê û li ihtîşama kevirî temaşe dikin.  

Kevirê Rosetta, esas “stel”eke navdar e. Ji bo hîyeroglîfên Misrê werin deşîfre kirin, peywira mifeyekê dibîne. Ji hêla leşkerên Fransî ve di sedsala 18’an de hate dîtin. Dema hat dîtin jî hin akademisyen û rojnamevanan zanîbû ku bermahiyeke giring e û dê gelek pirsên di serê insanan de yên li ser hiyeroglîfên Misrê bibersivîne. Ji lewma, ev berhem sala 1801’ê de li gorî “Peymana Skenderiye” kete destê Ingilîzan û dewleta Ingilîstanê ew li muzeya xwe bi cih kir û heta îro neda kesî.

Talankeriya mêhtingeran nîşan dide

Koma arkeologên ku çalakiya îmzeyan daye destpêkirin, diyar dike ku “Kevirê Rosetta” perçeyekî giring ê gencîneya çanda Misra kevnar e û divê ev parçeyê giring li warê xwe yê esasî, ango li mala xwe vegere. Wan di daxuyaniya xwe de got, “Em baş dizanin ku ev berhem xenîmeta şer e. Di sedsala 18’an de bi awayekî ne rewa ji Misrê hate dizîn. Ev yek talankeriya mêhtingeran baş nîşan dide.” Koma arkelogan di daxuyaniya xwe de balê bire ser dûrbûna “Kevirê Rosetta” jî û ji vîze û bilêtên biha yên teyareyê gazin kirin û wan got, “Gelek hemwelatiyên Misrê ji ber van sedeman nikarin vê berhema giring bibînin. Lê ev yek mafê wan e ku ‘Kevirê Rosetta’ li welatê xwe bibînin.”

 

Di warê manewî de jî parçeyekî esasî ye

Di dewamê de komê got, “Destdanîna ser vê berhemê, di heman demê de destdirêjiyek e li hemberî çanda Misrê. Her wiha nîşaneya şiddeta mêhtingeriyê ye jî û rûyê mêhtingeriya talanker baştir dide naskirin. Niha, ew li Muzeya British tê nîşandan û ev yek jî gotinên me yên derbarê mêhtingeriyê de piştrast dike. Ev berhem nîşaneyeke giring a çanda kevnar a Misrê ye. Tenê di warê fizîkî de na, her wiha di warê manewî de jî parçeyekî esas e. Lê mêhtingeran niha dest daniye ser û kirine malê xwe.”

 

‘Rosetta, nasnameya Misrê ye’

Dewleta Misrê sala 2003’yan jî hewl da ku “Kevirê Rosetta” ji dewleta Ingilîstanê bistîne û bang li wan kir. Wezîr û arkeologê Misrî Zahî Hewas ji bo stela navdar  “Kevirê Rosetta” gotibû, “Ew nîşaneya dîroka Misrê ye. Her wiha nasnameyeke vî welatî ye.” Lê wan vê daxwaza wî red kir û berhemê dîrokî teslîm nekir. Ji xeynî dewleta Misrê, gelek dewletên din jî bang li “Muzeya British” kiribû da ku berhemên birine welatê xwe, li cihên wan ên esas vegerînin. Di sala 2021’ê de UNESCO´yê bi xwe bang li Ingilistanê kir da ku “Mermerên Elgin” yên ku li Partehenona Yewnanîstanê hatibûn derxistin, vegerîne welatê Yewnanîstanê. Lê Ingilîstan guh neda van bangewaziyan û hîna jî berhemên dîrokî li muzeyên xwe dihêle.

 

‘Belkî xwe bidin efûkirin’

Arkelogên Misrî bi hêvî ne ku Ingilistan vê carê “Kevirê Rosetta” li wan vegerîne. Ji lewma çalakiyeke wiha dane destpêkirin. Di dawiya daxuyaniya xwe de ew dibêjin, “Di warê exlaqî de divê Ingilîstan pêşengiyekê bike û berhemên dîrokî vegerîne cihên wan yê esasî. Em vê yekê tenê ji bo aboriyê naxwazin, divê ji bo rêgezên exlaqî binpê nebin, ev yek pêk were. Di heman demê de ev yek ji bo mêhtingeran fersendeke baş e jî. Bi vî awayî dikarin birînên ku di ruhê civakên mêhtingeh de ava kirine, bikewînin û xwe bidin efû kirin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.