Keşkolî birîndar debe

Hesen QAZÎ nivîsand —

În 25 Îlon 2020 - 23:00

Sazmanî Înqîlabî u Kurdistan (48)


Beşêk le hevpeyvînî Hemîd Şewket legel Îrec Keşkolî
Awirêk le Bizûtnewey Çepî Êran le nawewe 
Giftugo legel Îrec Keşkolî
Neşirî Baztab. Hawînî 1378 (1999), 567 lapere



Şewket: Be rêberayetî Celal Talebanî?
Keşkolî: Meseley Talebanî ewe bû ke le bizûtnewey Kurdistanî 'Êraq da dabiran nebê û her boye pêkêşî dekrid ke cige le hîzbekey ewey ke ew zemanî nawî Partî Dêmokratî Kurdistanî 'Êraq bû, rewtî çepî şorişgêrî Kurdistanîş rêk bixrê. Ew deyzanî hemwan nabne partî dêmokratî Kurdistanî 'Êraq. Ke wa bû baştir eweye duway yekgirtinî rewtî çepî şorişgêr le rêkxistinêk da, hêzî cor be cor le bereyekî hawbeş da ke nawî nira Yekêtî Nîştimanî Kurdistan yek bigrin. [Le katî damezranî Yekêt da îdî Talebanî be nawî partî yan partî Şorişgêran karî nedekrid, belkû duway derçûnî peymannamey 11-î Azar le Partî Şorişgêran hate derê û wek nwênerî 'Şoriş' le Rojhellatî Nawerrast xebatî dekirid. Le katî damezranî Yeketî de hewlêkîş ewe bû ta ew cêyey dekrê endamanî pêşûy partî rakêşrên. Şîkirdnewey H.Q.]
Şewket: Meseley Barzanî çi bû?
Keşkolî: Kurdistanî 'Êraq kem û zor le naw dû rewtî Soranî û Badînanî da dabeş kirawe ke dû core şêwezarî Kurdî ciyawazyan heye. Şêwezarî Soranî le jêr nifûzî Talebanî daye ke le Qeladizê û Koysincax û Hewlêr û Silêmanîyewe ta Xaneqîn weber degrê. Şêwezarî Badînanî ke nawendekey Zaxoye nawçey Barzanî ye û ta Turkiya derwa. Her dûk hêz hewil deden le nawçey yektirî da nifûz biken û zor car têkhelçûnî nîzamî le nawyan dête pêşê. Le tewawî ew nawçane da cewananî Kurd debê bibne pêşmerge û coreyek çûne xizmetî îcbarî heye.
Şewket: Çon?
Keşkolî: Pêşmergekanyan denarde dêyekan û bangewazyan dekrid le cewananî ladêyi bo hawkarî yan coreyek xizmet le rîzî hêze nîzamîyekan da. Ew hengawe car carîş be tobzî û hereşewe dekrê û hêzekanî Talebanî û Barzanî lew ruwewe wek yek decûlênewe. Ew core 'esker girtine egerçî dilxwazane ye, belam resmêkî giştî ye ke hemû cewanêkî Kurd debê gwêrayelî bê.

Le Bekreco, Îrec Keşkolî kesî duwem le rastewe

 

Şewket: Mawey amûzşî nîzamî çend dexayênê?
Keşkolî: Ciyawaze. Car car sê çuwar mang dekêşê û eger şerêk biqewmê zor xêra decûlênewe û zor car derfetyan nabê wekû erteşêkî asayî u be pêy bername dariştnêkî dirêj xayen helsûkewit biken. Zor le pêşmergekan le duway kotayî opêrasyonî nîzamî, eger metirsî dîsan têkhelçûn nebê degerênewe dêyekanî xoyan. Hêndêkîşyan tewawî temenyan wek pêşmerge demênnewe û cîrey xorak û mûçeyekî kem werdegrin. Meseley serekî ewan kêşey "Kurdayetî" ye ke le kurdî da, teqrîben manay kurdîgerî deda û be meseley neteweyî dadendirê. Delên le pênaw Kurdayetî wate meseley neteweyî Kurd da bûnete pêşmerge.
Şewket: Ew katey ke le Kurdistan bûn têkhelçûnî 'eskerî le nêwan destey Talebanî û Barzanî her berdewam bû?
Keşkolî: Belê ew têkhelçûnane her wa berdewam bûn û ême û pêşmerge Kurde Êranîyekan pêman xoş bû beşdarîyan têda bikeyn, belam Talebanî dij bû û neydehêşt.
Şewket: Hoy dijayetîyekey çi bû?
Keşkolî: Deygut, ewe kêşey Kurdekanî 'Êraq e û eger ême şitêkman beser bê ew bo hemîşe xoy be berpirsyar dezanê. Legel eweşda, car car lew têkhelçûnane da beşdarîman dekrid. Neberdî ewtoy ke 5 – 6 roj û car car ziyatrî dexayand.
Şewket: Be amadeyyewe beşdar debûn?
Keşkolî: Ciyawaz bû. Car car amadeyî hebû û car carîş dest becê dest bekar debûyn. Le duway têkhelçûnî nîzamîş zor car kobûnewe dekra û sebaret be meseley anî û bernamey dabê qise dekra. Ber le destipêkirdinî kobûnewekan çekekan kontirol dekran.
Şewket: Kontirolî çî?
Keşkolî: Le ber ewey teqe nekrê le fermande û rêberanî Kurd ke le kobûnewe û mîtîngeke da amade bûn. Çunku bawerî tewaw be pêşmergekan nebû, hêndêkyan, her wek amajem pê kird be nabedilî legel hêzî pêşmerge kewtibûn û egerî ewe hebû destnêjî layenekey dîke bin. Her boye tifengekanyan kontirol dekirdin û gulekanyan lê werdegirtin. Ew hengawe ber le wutardanî fermande yan şexsî Talebanî dekra û katêk dilnya debûn wutardaneke destî pê dekrid. Meseleyekî dîkeş dizînî fîşek bû. Pêşmergekan, be taybetî pêşmergey cewantir, ew hejmare fîşekey le têkhelçûnî nîzamî da be karyan dehêna be hele deda û hêndêk fîşekyan deşardewe û le bazarî reş deyanfroşt. Her boye, le duway têkhelçûnî nîzamî, zor car fîşekî hemû pêşmergeyekyan debjard û weryan degrit. Car car tenanet bo peyda kirdnî fîşek cilubergîş degeran.

Celal Talebanî u Îrec Keşkolî le Beyrût


Şewket: Le yekêk lew mîtîngane da bû ke birîndar bûy?
Keşkolî: Rûdaweke awa bû. Yek le pêşmerge gencekan ke xerîkî xawên kirdnewey çekekey bû, lepir bê ewey bîyewê guleyekî le dest derçû, ke rast le tenîşt min û Mueyîdzade we berdêk kewt û dû ateşe bû. Dû ateşe bûn zaraweyekî 'eskerî ye. Wate katêk tîr kewane bika û xuwar bêtewe. Guleke le tifengêkî pênc tîrî Birnûy sazkrawî Çêko-slovakî yewe derçû bû, guley Birnû eger we şwênêk bikewê deteqêtewe, be pêçewaney guley Kilaşnîkof ke wek derzî deçeqê û dekrê sêrekey îflîc ka û hêz le kar bixa.


Dirêjey heye…


parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.