Keskên Frankfurtê çima ji Kurdan aciz in!

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 18 Çile 2023 - 01:13

Rêxistina Partiya Keskan a Frankfurtê 12´ê Çile qebûleke sersalê li dar xist. Rêxistinê, Cihgirê Serokê Sportkreis Frankfurt am Mainê, Haci Hacioglu jî li ser navê Dr. Manuela Rottman yanî namzeta şaredariya bajarê mezin û parlamentera federal a Keskan, vexwend vê qebûlê. Ji bo vexwendinê jî name ji e-maila wî ya Sportkreis Farnkfurtê re hat şandin. Lê beriya qebûlê bi demeke kurt, vêcarê nameyeke din a elektronîk ji wî re hat şandin. Vê carê ji e-maila wî ya komeleya Navenda Civaka Kurd re ev name hat şandin. Tê de Moritz Jungeblodt li ser navê rêveberiya bajêr digot, ew vexwendinê betal dikin, ji ber ku cihê wan nemaye.

Li ser israra civaka Kurd û pirsên rojnameya me, Rêxistina Partiya Keskan a Frankfurtê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de li aliyekî doza lêborînê li Haci Hacioglu tê kirin, ji ber ku bi temamî şaşiyeke teknîkî ya lîsteyê çêbûye, li aliyê din jî tevahiya tohmetên elaqedarî cudakeriya li dijî Kurdan tên redkirin û Haci Haciogullari tê sûcdarkirin.

 

Ji hesabê NCK´ê betal kirin 

Em bi Hacî Hacîoglu re li ser meseleyê peyivîn û wî got, “Heger li ser heman e-mailê ez vexwenda û vexwendin betal bikira, ev ne mesele bû. Lê li ser e-maila komeleya Sportkreis Frankfurtê ez vexwendim û li ser ya komeleya Kurdan vexwendina min betal kirin. Ev eşkere nîşan dide ku helwêsta wan li dijî nasnameya Kurdî bû. Ez dibêjim, ev nexasim helwêsteke berdevka Rêveberiya Rêxistina Bajêr a Partiya Keskan, Julia Frank e. Ji ber ku ji bo pêşnûmayeke li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li meclîsa şaredariyê bê qebûlkirin, me israr kir û Keskan tevî FDP´ê ev asteng kir, rikeke wê heye. Jixwe biryara ku Partiya Keskan da jî tenê rojekê li ser malpera wan xuya bû û wenda bû.”

Wî bi gotinên “Şahidê rovî dûvê wî ye” bal bire ser daxuyaniya Partiya Keskan a li ser betalkirina vexwendinê û got, “Di nava wan de nijadperestekî Tirk Feyyaz Çetiner jî heye. Wan rabû ew kire berpirsê karê koma xebatê ya ´dostên jiyana Cihû´. Piştre jî behsa daxuyaniyeke wî ya ji bo piştgiriya Îmamoglu dikin, weke îsbata faşîst nebûna wî. Ev hemû jî şaş in.”

Ji hakemên lîstikên futbolê yên Frankfurtê, Haci Hacioglu wekî din bi bîr xist ku Partiya Keskan di bersiva xwe de, daxuyaniya Navenda Civaka Kurd weke ya wî nîşan daye û ev jî nîşan dide ku Partiya Keskan hewl dide helwêsta xwe ya li dijî Kurdan veşêre. Wî di bersiva xwe ya betalkirina vexwendinê de ji partiya Keskan re ragihandiye ku ew ê vê cudakeriya li dijî Kurdan bide xuyakirin û di nava partiya Keskan de jî bibe heta bi meqamên herî jor. FRANKFURT   

    

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.