Nivîskar ji Partiya Keskan bi nameyê veqetiya

Nûçeyên Cîhan

Şemî 30 Nîsan 2022 - 02:35

  • Nivîskarê Berliner Zeitungê Thomas Krings got, ji ber ku partiya wî li defa şerî dixe, ew jê veqetiyaye. 

 

Nivîskarê Berliner Zeitungê, Thomas Krings, ji ber partiya wî Keskan destek da mesrefên leşkerî yên Elman û di şerê Ukraynayê de jî di şer de alî girt, bi nameyeke vekirî ya di quncika xwe ya rojnameyê de ji partiya xwe veqetiya.

Krings got, "Partiya Keskan xeleka şidet û tundûtûjiyê digerîne: ji ber wê ji partiyê vediqetim." Ew di nameya xwe de yekser ji wezîra karên derve a Elman, Annallena Baerbock jî peyivî û got, "Welatê me şidetê hinardeyî derve dike". Ew dibêje, li şûna nermkirina rewşê, navbeynkariyê û bidawîkirina şerî, Elmanyayê û Partiya Keskan a di hikûmeta koalîsyonê de ji bo şidet bela û zêde bibe dixebitin. Yanî Krings got, ji ber ku partiya wî li defa şerî dixe, ew jê veqetiyaye. 

BERLÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.