Bêrîvan Aymaz bû cihgira serok

Nûçeyên Dîaspora

În 3 Hezîran 2022 - 03:33

Siyasetvan Bêrîvan Aymaz weke namzeta yekser ji Kolnê ji Partiya Keskan kete parlamena eyaleta Elmanyayê NRW´yê. Partiya wê hevdîtinên ji bo koalîsyona vê eyaletê bi CDU'yê re jî erê kirin. Bêrîvan Aymaz wê di van hevdîtinan de jî cihê xwe bigire. Bêrîvan Aymaz doh bi dengê 170 parlamenteran weke cihgira parlamena eyaletê ya NRW´ê ya li Dusseldorfê hat hilbijartin. Partiya Keskan ji bo hilbijartina wê got, “Em kêfxweş in, lewma bi wê re wê beşek ji pirrengîbûna NRW´ê di serokatiya parlamena eyaletê de xuya bibe.”

Gelek aliyên Kurd ên ku hêvî dikin Bêrîvan nûneriya civaka wan bike jî, ew pîroz kirin.

DUSSELDORF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.