Evîna Keskan û Îranê

Nûçeyên Cîhan

În 11 Mijdar 2022 - 01:35

  • Ji kitêba Katja Kraus a bi navê “Freundschaft” (hevaltî) mirov dikare hîn bibe ku Claudia Roth, Ali Mahdjoubi vedixwîne Muchenê da ku malbata wê nas bike û heta êdî dibe parçeyek ji malbatê. 

Ji mêj e ku Ali Mahdjoubi ji ber peywendiyên xwe yên bi rejîma Îranê re dikeve rojeva siyaseta Elmanyayê. Ew ji sala 1999’an ve xebatkarê Claudia Roth (ji Partiya Keskan) e. Niha halê hazir Claudia Roth Wezîra Dewletê ya hikûmeta federal a Elman e û Ali Mahdjoubi jî berdevkê şexsî yê wezîrê ye. Hê ji destpêka salên 2000´î ve li ser Ali Mahdjoubi nûçe hatine çêkirin û îşaret bi peywendiyên wî yên bi rejîma Îranê û nexasim jî bi saziya wê ya sereke ya istîxbaratê hatiye kirin. 

David N. Neumann sala 2012´an îdîa kir ku Ali Mahdjoubi ajanê Îranê ye û têkiliyeke wî ya yekser bi Wezareta Istîxbaratê ya Îranê re heye. Lê beriya wê esas daxuyaniyeke ji buroya li meclîsa federal a Claudia Roth berê awiran biribûn ser wî. Sala 2008´an komeke parlamenterên federal ên Elman lîderên muxalefeta Îranê vexwendibûn avahiya Meclîsê. Li ser vê Buroya Claudia Rothê daxuyaniyeke hişk û jehr dabû çapemeniyê li dijî vexwendina muxalefeta Îranê. Ali Mahdjoubi ev metna daxuyaniya çapemeniyê nivîsandibû.      

Ali Mahdjoubi dawiya salên 1990´î de li rêxistina Partiya keskan a bajarê Bonnê berpirsiyarê maliyê bû. Qaşo ew ji Îranê penaber bûbû û li Elmanyayê stirîbû. Serpêhatiya bavê Ali Mahdjoubi yê ku di serdema şer de di hepsê de mabû, qaşo gelek tesîr li Claudia Roth kiribû. 

 

Dikeve nav malbata Roth

Axir ji kitêba Katja Kraus a bi navê “Freundschaft” (hevaltî) mirov dikare hîn bibe ku Claudia Roth, Ali Mahdjoubi vedixwîne Muchenê da ku malbata wê nas bike û heta êdî dibe parçeyek ji malbatê. 

Ali Mahdjoubi bi vî awayî karî tesîreke xurt li mirovekê bike ya ku di siyaseta Elmanyayê de hem li muxalefetê de û hem jî li hikûmetê xwedî tesîr e. Hê sala 2009´an Înîsiyatîfa “Free Iran Now” rexne li peyvên li ser Îranê yên Ali Mahdjoubi girtin û li ser Partiya Keskan jî got, “Ji demokratîkbûneke bi rastî ya Îranê bawer nakin û razî ne ji rejîmeke molayan a nermoke.”

 

Nîşanên sîxuriyê

Lê heman salê meha Tebaxê, tiştekî ecêbtir qewimî. Nameyeke Claudia Roth hate belavkirin û tê de navnîşana li Elmanyayê ya berdevkê Partiya Keskan Dr. Kazem Mousavi weşand. Ev name û navnîşan jî paşê li ser malpereke Istîxbarata Îranê hate weşandin. 

Berdevkê Partiya Kesk a Îranê jî name ji hevserokê hingê yê Partiya Keskan a Elman Cem Ozdemir re nivîsî û got, “Claudia Roth û Ali Mahdjoubi jiyana min weke Îraniyekî sirgûn kirine tehlûkê”.   

 

Rejîma Tehranê razî ye

Analîsta li Berlînê dimîne Nemat Tavanai sala 2009´an ji Îranê penaberî Elmanyayê bûye. Wê jî sala 2012´an ji bo vê rewşê dinivîsî: “Rêveberiya Îranê nikare ji vê dilrehettir bûna, lewma ajanê wê Ali Mahdjoubi li buroya şefa Partiya Keskan a Elman de xweş bi cih bûye.”

Yanî bi vê yekê rejîma Îranê dikare îro jî, di nava Partiya Keskan de ku parçeyekî mezin ê koalîsyona heyî ye li Berlînê, tesîrê bike û helwêsta beramberî xwe nerm bike. 

Hem li Parlamena Ewrûpayê û hem jî li Elmanyayê Partiya Keskan bi xurtî li ber ambargoyên li dijî Îranê rabûne û destek dane siyasetên xwe nêzîkkirina Tehranê. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.