KESK'an û SPD ti tişt nekir

Nûçeyên Cihan

yekşem 13 îlonê 2020 - 23:00

Rejîma Îranê Navîd Efkarî 12´ê Îlonê bi darve kir. Ev yek ji darvekirinên dengvedayî bû. Ev gulaşvanê Îranê yê 27 salî bi îdîaya di dema protestoyên li dijî rejîmê de sala 2018´an li Şîrazê memûrekî rejîmê kuştiye, hat dadgehkirin, ji bo ku xwe ji êşkenceyê xilas bike, tohmet qebûl kiribûn. Rejîmê cezayê du caran darvekirinê lê birrî. Parêzeran û malbatê jî îdîa derewandibûn û gotibûn ji ber êşkenceyê Navîd îdîa qebûlkirine.
Beriya darvekirinê, Partiya keskan a Elman û wezareta karê derve ya Elman û Sosyal Demokrat (SPD) serektiya wê dikin, hîna nû 9 û 10´ê Îlonê, nerazîbûna xwe îfade kirin.
Gava ku mirov lê binihêre ku serokê DYE´yê Trump 3´yê Îlonê li dijî biryara darvekirinê nerazîbûn nîşan dabû, mirov li sedemên xemsariya partiya Kesk û SPD´ ya li Elmanyayê dipirse.
Berdevkê "Green Party of Iran", Dr. Kazem Mûsavî ji wezîrê ji SPD´ê Heiko Maas re nivîsî: "Birêz @HeikoMaas #NavidAfkari îro sibehî li Hepsa Şîrazê hat bidarvekirin! We ji bo pêşîgirtina li darvekirina wî ti tişt nekir!"
Ev gazineke ne belesebeb bû. Hê ji sala hikûmeta Keskan û SPD´ê ve (1998; hingê wezîrê karê derve ji SPD bû) Elmanyayê siyaseteke derve ya van herdu partiyan a xwelixweşiya rejîma Îranê birinê danî ber xwe.
Hevdîtina Claudia Rothê bi Alî Larîcanî re ji bîra me neçûye. Roth high-five jî dabû sefîrê Îranê yê li Elmanyayê Alî Reza Şeyx Etar. Di dema Konferansa Ewlehiyê ya li Munchenê de sala 2013´an, haya Roth jê hebû ka sefîr kî ye: Wî di dema walîtiya xwe de li "Ostanê Kordestan" wî gelek caran fermana komkujiyên li dijî Kurdan dabûn.
Axir gazin û gunehbariyên li siyaseta Elman, xasma li Keskan û SPD´ê beramberî siyaseta wan xweşkirina dilê rejîmê ne belesebeb in.

BERLÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.