Kêliya veger jê nîne

Kurdistan LEZGIYEVA nivîsand —

Sêşem 31 Cotmeh 2023 - 00:05

Dema ku Serokê Çînê Xi Jinping di dawiya gera xwe ya dawîn a Rûsyayê ya Adara 2023’an de ji Moskovê derket, gotinên wî yên dawî ji Vladîmîr Pûtîn re ev bûn: "Em bi guhertinên werê re rûbirû ne ku di sed salan de nehatine dîtin. Ji bo birêvebirina wan em bi hev re bixebitin." Kesên ku bi dîroka Çînê dizanin, dibe ku bi bîr bînin ku hevoka yekem a di vê peyva dawî de gotineke rasterast ji dewlet û dîplomatekî mezin a çînî ya sedsala bihurî, Li Hongzhang e; di sala 1872’yan de, wî ev peyv bi kar anîn da ku hukimdarên xanedana Qing hişyar bike ku divê Çîn reformên bingehîn dest pê bike da ku di cîhana nû de bijî û serfiraz bibe.

Di meha Adarê de gelek çavdêran gotina Xi Jinping ya li ser gotina hinekî hişyarker a "Bismarcka Rojhilatî" wekî cûreyekî ango amûrekî retorîkî, mezinkirina bi qestî ya dramaya wê kêliya ku cîhan lê dihesiband, hesibandin. Heft mehan paşê, gava Vladimir Pûtîn ji bo Foruma Sêyemîn a Kember û Rêyan çû Pekînê, ev gotina Li Hongzhang jixwe wekî daxuyaniyeke eşkere xuya dike. Di dîroka mirovatiyê de heft meh tenê kêliyek e, lê îro heft meh dikarin gelek tiştan biguherînin û di siyaseta cîhanê de jî kêliya veger jê nîne, nîşan bidin.

Ji ber vê yekê ne ecêb e ku rojeva hevdîtinên Xi Jinping û Vladimir Putin li Pekînê di gelek waran de ji rojeva civîna wan a biharê ya li Moskovê cuda bû. Di Adarê de, rêberên her du welatan hîn jî dikarin bûyerên navneteweyî yên berdewam ji hêla girtina hin tedbîran ve ji bo bisînorkirina zirara pergalê, binirxînin. Di Cotmehê de, zehmet e ku mirov înkar bike ku zirara ku li pergala kevnar a navneteweyî bûye, jixwe ew qas girîng e ku ne gengaz e, pergal vegere rewşeke hevsengiyê, her çend hewl bidin jî. Jixwe, rêya vegerê bi tevahî girtî ye, ya ku dimîne ew e ku bi pêş ve biçin.

Hêjayî gotinê ye ku di civîna li Pekînê de, Serok Xi Jinping û Vladîmîr Pûtîn, tevî girîngiya bêguman ya vê rojevê, xwe bi gotûbêjkirina rojeva dualî ya Çîn-Rûsyayê sînordar nekirin. Herdu serokan ji bilî axaftinên li ser bazirganî û hevkarî, di lêkolîn û geşepêdan û perwerdeyê de, ji bilî gotûbêjkirina hîdrokarbon û çandiniyê, her du serokan li ser mijarên stratejîktir ên girêdayî têkçûna sîstema navneteweyî ya kevin, minaqeşe kirin, û her wiha li ser tiştên ku divê bên kirin jî sekînîn.

Gumana ti kesî jê tine ye ku bingehê pergala nû bi rastî li Ewrasya dest pê bike, parzemîna ku ne tenê herî qelebalix e, lê di heman demê de parzemîna herî dînamîk û aborî ya gerstêrka me ye jî. Foruma Kember û Rêyan a ku bi dehan rêberên ji her çar aliyên parzemîna Ewrasyayê ya berfireh kom kirin, bû platformeke îdeal ji bo dîyarkirina nîşeyan li ser çarenûsa paşerojê ya Ewrasyayê, ya ku di encamê de, dê bandoreke diyarker li ser çarenûsa Ewrasyayê û tevahiya cîhanê bike. 

Projeyên Ewrasyayê yên pirralî OBOR (Bernameya perwerdehiya pîşeyî ya bingehîn), SCO (Rêxistina Hevkariya Shanghai), ASEAN (Komeleya Neteweyên Asyaya Başûr), CSTO (Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîf), EAEU (Yekîtiya Aborî ya Ewrasyayê) û wekî din, dikarin wekî çirûskên yekem ên pergala nû ya navneteweyî werin hesibandin, ku bermahiyên ya kevn dişikînin.

Sîstema Hevbendiya Bismarck (bi Elmanî: Otto von Bismarcks Bündnispolitik) navê siyaseta derve ya Serokwezîrê Împaretoriy Elman Otto von Bismarck e, ya ku wî ji 1871’ê de di dawiya şerê bi Fransayê re, ya dawîn ji sê şerên yekbûnê di afirandina Împaratoriya Elman de şopand û bandor lê kir.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.