• Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aşitî û Hêvî (IKAH-Hêvî Center) ji bo zorokên Mexmûr û Şengalê diyariyan ji bo sala nû amade dike.

MURAT MANG
HERFORD

 

“Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aşitî û Hêvî” (IKAH-Hêvî Center) xebatên xwe bi projeyên nû devam dike. Herî dawî projeyên ji bo zorokên Mexmûr û Şengalê li ber wê ne û ew diyariyan ji bo sala nû amade dike. Projeyê 9´ê Mijdarê dest pê kir. Heta 6´ê Kanûnê jî wê dewam bike.

Ji bo vê projeyê em ji Mexmûrê bi Psîkolog Firat Yildirim re peyivîn. Ew ji rêveberên Hêvî Centerê ye li Mexmûrê. li ser projeyê ew dibêje, “Zarokên Mexmûrê li benda alîkariyên we ne. Li vir zarok di bin dengê teyarên şer de diçin dibistanê û dilîzin. Ev saleke Kampa Mexmûrê ketiye ber ambargoyeke nehiqûqî.”

Firat Yildirim dibêje “Şandina diyariyên zarokan pirr erenî hat dîtin. Em dixwazin îsal wan diyariyan bigîhînin bêhtir zarokan. Ji bo wê divê gelek pakêtên diyariyan bên. Dema hûn pênûsekê jî bişînin zarokên vir pê şa bibin.”
 
Îsal wê zarokên Şengalê jî şa bibin

Ferîde Şengalî jî ji Revebiriya Tevna Alîkariyê ya Jinên Êzîdî ye. ji ber ku IKAH´ê îsal biryar da ku diyariyan bişîne Şengalê jî, em bi wê re peyivîn. Ferîde Şengalî karê zarok û jinên Şengalê dimeşîne. Ew jî banga beşdariya vê projeyê li xelkê dike: “Piştî fermanê pirr zarokên me li vir êtîm û sêwî mane. Hinan diya xwe, hinan bavê xwe, hinan jî dê û bavên xwe ji dest dane. Me biryar da ku diyariyên ku ÎKAH bişîne, em bidin wan zarokên êtîm.”

Pêşengên kampanyayê jin in

Wek par îsal jî li Ewrûpayê jin pêşengiya kampanyayê dikin. Zubeyde P. û Şengul D. ji wan jinan in ku tevî Înîsiyatifê kar dikin.
Zübeyde P. dibêje, “Me 9´ê Miijdarê dest bi kampanyayê kir. Heta 6´ê Kanûnê kampanya dewam dike. Îro bu deh roj in (beriya bi 5 rojan) me bêhtirî 300 pakêtî hazir kirin. Par me giştî ji 250 zarokan re diyarî şandibûn Maxmurê. Îsal em ê bişînin Şengalê jî. Ji bo wê jî îsal hedefa me ji bo zarokên Mexmur û Şenaglê herî kêm 500 pakêtên diyariyan in.”
Şengul D. jî dibêje, “Ji Berlîn,Leipzig, Stutgart heta bi Hollandayê, diyariyan dişînin. Me îsal xwe hinekî baş organîze kiriye. Kesên ku nikarin diyariyan bişînîn, dikarin pere bişînîn. Em bi wan pereyan diyariyan ji zarokan re dikirin.”
 
Ji sê komên zarokan re

Ji bo şandina diyariyan 3 komên cihê hatine diyarkirin: Koma zarokên 0-5 salî, Koma zarokên 6-12 salî, Koma zarokên 13-18 salî. IKAH dixwaze kesên dixwazin beşdarî kampanyayê bibin, têkiliyê bi wan re deynin.
 
Çi di nava diyariyan de hene 

Ji bo Koma zarokên 0-5 salî: Deftereke resman, qelemên rengîn, firça diranan, macûna diranan, kremeke laşî, pêşgîreke piçûk, goreyên dirêj ên ji bo zivistanê, kum, memik yan jî bîberon, çîkolata, lîstokeke piçûk.

Ji bo koma zarokên 6-12 Salî: Defter, qelem, jêbir, qelemtiraş, firça diranan, macûna diranan, kremeke laşî, pêşgîreke piçûk, sabûn, goreyên zivistanê, kum, lepik, desmal, şe, çîkolata û lîstokeke piçûk.

Ji bo koma zarokên 13-18 Salî: Deftera dibistana navîn, qelem, jêbir, qelemtiraş, firça diranan, macûna diranan, kremeke laşî, pêşgîreke piçûk, sabûn, deoroller, goreyên zivistanê, kum, lepik, desmal, şe, çîkolata û lîstokeke piçûk.

Kesên dixwazin beşdarî kampanyayê dibin dikarin bi van navnîşanên li jêr têkiliyê deynin bi IKAH´ê re:

Tel: 0157 7539 9487

Instagram: initiative.frieden.hoffnung

Hesabê kampanyayê: 
IKAH 
Sparkasse Bielefeld
IBAN:DE53 4805 0161 0025 4829 77
BIC: SPBIDE3BXXX
Verwendungzweck: Geschenkaktion