KCDK-E wê civakê birêxistin bike

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 12 Tîrmeh 2023 - 00:51

KCDK-E'yê bi dirûşma 'Avabûna civakî' kongreya xwe ya 6’an li dar xist. Di kongreyê de hate destnîşankirin ku armanca bingehîn, azadiya Rêber Abdullah Ocalan e.

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) ku sîwana herî bilind a saziyên Kurdistaniyên li Ewrûpayê ye, bi beşdariya 180 delegeyan, di navbera 4-7'ê Tîrmehê de kongreya xwe ya 6’an li dar xist.

Di daxuyaniya KCDK-E'yê de hate gotin, "Kongreya me, weke kongreya avakirina civakî pêk hat, bi dirûşma 'Bi felsefeya Rêber Apo em bi hev re ava bikin, bi hev re bi rê ve bibin' pêk hat û diyarî Emîne Kara (Evîn Goyî), Mîr Perwer, Abdûrrahman Kizil ên 23'ê Kanûna 2022’yan li Parîsê hatin şehîdkirin û fermandarê mezin Fazil Botan hate kirin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku rewşa Rêber Abdullah Ocalan di kongreyê de weke rojeveke taybet hatiye nirxandin: "Ji 28 mehan ve agahî ji Rêber Apo nayê wergirtin. Sedema yekane ya vê yekê fikrên Rêber Apo û dijminatiya li Kurdan e. Tevî van hemû kiryaran jî fikrên Rêber Apo her roj bêhtir li cîhanê belav dibin, ji bo jin û ciwanan, ji bo civakan û baweriyên li cografyayên cuda dibin hêvî."

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Kongreya me azadiya Rêber Apo ji bo hemû pêkhateyên KCDK-E'yê weke armanca bingehîn destnîşan kir û li gorî vê yekê jî plansaziya xwe kar kir."

 

Projeyên civakî wê bên avakirin

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku kongreyê karên salekê bi perspektîfa avakirina civakî bi berfirehî nirxandiye, weke bersiva ji bo azadiya gelê Kurd û Rêber Abdullah Ocalan biryar hatioye dayîn ku bi perspektîfa neteweya demokratîk projeyên civakî bêne avakirin û li ser vî bingehî di çarçoveya komun, meclîs, kooperatîf û akademiyan de civak bê perwerdekirin û birêxistinkirin.

Hate ragihandin ku bi vê armancê, biryar hate dayîn ku li warên perwerde, ekolojî, spor, dîplomasiya gel, çand, aboriya komunal ji bo bersiv ji pêwîstiyên civakî re bê dayîn, proje bêne avakirin.

Li gorî daxuyaniyê, sala nû ya têkoşînê bi berfirehî hate plankirin û Desteya Rêveber a KCDK-E'yê bi beşdariya nûnerên komîteya neteweyî ya demokratîk û Hevserokên li welatan hate xurtkirin û jinûve hate hilbijartin. Di heman demê de endamên Dîwana KCDK-E'yê, endamên Desteya Dsîplînê û Desteya Kontrolê hatin hilbijartin.

Di daxuyaniyê de kongre li gelan, mirovahiyê û pêkhateyên KCDK-E'yê hate pîrozkirin.

Kongreyê Zubeyde Zumrut û Engîn Sever weke hevserokên KCDK-E'yê hilbijartin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.