- "Em bi ruhê berxwedana Zapê pergala xwe ya neteweya demokratîk ava bikin, em ê mêtingeriyê ji Kurdistanê derxînin"
Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewrûpayê (KCDK-E) bi dirûşma "Em bi ruhê berxwedana Zapê pergala xwe ya neteweya demokratîk ava bikin, em ê mêtingeriyê ji Kurdistanê derxînin", civîna xwe ya salane li dar xist. Encamên civînê bi daxuyaniyekê hatin parvekirin.
KCDK-E'yê da zanîn ku wê bi tevlîbûna 180 delegeyên ji hevserokên welat, herêm, nûnerên pêkhateyan, jin, ciwan, navendên komîn, meclîs, bawerî û yên parçeyan civîna xwe 4 rojan kiriye.
KCDK_E´yê got, di civînê de “xiyaneta malbata Barzanî ku bi êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a faşîst re tifaqeke qirêj çêdike û hemû destketiyên neteweyî û civakî yên gelê Kurd dixe metirsiyê,” hat mehkûm kirin û biryar hatiye dayîn têkoşîna bênavber li dijî her cureyên xiyanetê bê meşandin.
Dem dema azadiyê ye
KCDK-E di civîna xwe ya salane de biryara dewamkirin û xurtkirina pêngava 'Dem hatiye', 'Dem dema azadiyê' da ji bo ku “azadiya Rêber Apo û Kurdistanê” bi ser bixe.
KCDK-E´yê di civçîna salane de giringiya xwe gihandina xelkê Kurd li ewrûpayê jî kir û got, “Civîna me, weke peywira xwe ya esasî jî destnîşan kir ku bi şîara 'Divê Kurdistaniyek bi tenê nemîne ku me xwe negihandiye' xebatên xwe bidomîne û êrişên îmha û mêtingeriyê yên paşverûtiyên navneteweyî û dewleta Tirk a faşîst a qirker pûç bike”.
KCDK-E´yê wekî din biryar da ku li dijî lîsteya 'terorê' û qedexekirina PKK'ê li Ewrûpayê, bi plansaziyên encamgir xebatê bimeşîne.
Di dawiya daxuyaniya xwe ya elaqedarî civîna xwe ya salane KCDK-E´yê got, “Tevî gelê me, hêz û îradeya me heye ku em her cureyê komplo û êrişa qirkirinê têk bibin."
NAVENDA NÛÇEYAN