Hunermenda şêwekar Seca Mûsa piştî ku mala wê ya li Xezayê di encama êrişeke Îsraîlê de wêran bû, tirsiya, lê yekser toza xemgîniyê ji ser xwe rakir û piştî şer rawestiya, kavilên mala xwe veguherandin tabloyên hunerî yên cihê.

Ew tabloyên ku heta beriya demeke kurt jî bê rih bûn, lê hunermenda şêwekar Seca Mûsa ya ji bajarê Refeh ê başûrê Xezayê bi firçeya xwe veguherand kevirên ku îşaretê bi hunerê Seca û malbata wê, çîroka gelê Xezayê û rewşa wan a di rojên şer de dike.

Hunermend Seca Mûsa got, "Agahiya wêrankirina zêdetirî nîvê mala malbata me, ji bo min agahiya herî giran bû. Agahiyek xemgîniya agahiyeke din radike, rizgarkirina me li hemberî wêrankirina mala me bû, min nikarîbû yekser vegerim, jiyana xwe ya beriya şer, odeya min a xebatê hat hilweşandin."

Li şûna êş û janê hêviyê vedibêje

Seca da zanîn ku wê biryar daye ku toza xemgîniyê ji ser xwe rake, kavilên mala xwe veguherîne tabloyên îşaret bi serpêhatiya êşa wê û malbata wê dikin.
Hunermend Seca destnîşan kir ku wê biryar da ku wênexêziyê temam bike, dev ji reşbîniyê berde: "Min ji xwe re got, ez dixwazim odeya xwe ya hilweşandî veguherînim pêşangeheke hunerî ku li şûna êş û janê behsa hêviyê bike."

21'ê Gulana bihurî şerê li Xezayê bi agirbesta bi navbeykariya Misrê hate rawestandin. Di encama êrişên Îsraîlê de 260 Filistînî hatin kuştin, ji wan 66 zarok, 40 jin û 17 pîremêr bûn.

ANHA/XEZA