Kanada DAIŞ’iyan dadgeh dike
Çarşem 12 Nîsan 2023 - 01:29
Du jinên Kanadayî yên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ji wargehan teslîmî rayedarên Kanadayê kiribûn, wê li bajarê Bramptonê bên dadgehkirin. Her du jin beriya bi hefteyekê vegerandibûn Kanadayê. Gava nûçeya me dihat amadekirin, çav li rê bû ku rûniştina doza li dijî wan dest pê bike. Ev her du jin ji wê koma 4 jin û 10 zarokan bû, ku Rêveberiya Xweser teslîmî rayedarên Kanadayî kiribû.
Dozgerî hewl dide ku lihevkirineke islahkirinê ji ber qanûna ceza ya elaqedarî sûcên terorê bi wan re bike.
Jineke din a komê îna bihurî li Edmontonê bi kefaletê hatibû berdan. Dozgerî ji bo wê jî hewl dide ku lihevkirineke islahkirinê ji ber qanûna ceza ya elaqedarî sûcên terorê bibe serî.
Lihevkirineke islahkirinê ji ber qanûna ceza ya elaqedarî sûcên terorê destûrê dide dadgerekî ku rabûnûrûniştina çê ferz bike, di malê de heps bike yan jî cezayê hepsê bibirre.
BRAMPTON