- Li Misrê di qezayeke trafîkê de 22 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.
Li Misrê di qezayeke trafîkê de 22 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.
Li gorî çapemeniya Misrê, doh otobuseke rêwiyan a ber bi parêzgeha Suhagê ve diçû û wesayitek barhilgir li hev qelibîne.
Tê gotin ku otobus li kêleka rê rawestiyabû, wesayîta barhilgir xwe lê daye.
Di bûyerê de 22 kes mirin û 33 kes jî birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN