Payîze Mehmûd li Brîtanyayê bi kampanyaya xwe ya derbarê ‘rêgirîkirin û dawîlêanîna zewicandina zarokan’ de, xelata kampanyaya herî baş wergirt. Payîze Mehmûd li Herêma Kurdistanê ji dayîk bûye û niha li Brîtanyayê dimîne. Her wiha xwedî dîplomeya beşê derûnasiyê ya zanîngehê ye. Fikra kampanyaya xwe ji çîroka jiyana xwe û jinên ku di temenekî piçûk hatîne zewicandin, girtiye. Ji ber ku Payîze Mehmûd bi xwe 16 salî bi zorê hatiye zewicandin. Her wiha xwişka Benaz Mehmûd e ku di sala 2006’an de bi hinceta şerefê ji aliyê malbata xwe ve bi awayekî veşartî û hovane hat qetilkirin û pişt re li ser asta navneteweyî dengek mezin veda. Niha Payize Mehmud bûye dengê zarokên ku di temenekî piçûk de hatîne zewicandin û hewl dide ku dawî li vê yekê bîne.
LONDON