13 kesan xwest birevin ji Kampa Holê ya ku çeteyên DAIŞ'ê û malbatên wan lê têne ragirtin. Hêzên Ewlekariya Hundir ew bi operasyonekê girtin.

Diyar bû kesên ku hatine girtin welatiyên Iraqê û Sûriyê ne. Operasyon, li ser agahiya ku hatibû li du tangên avê hate kirin.
Rayedaran da zanîn ku ajokarên tangêrên avê jî kirine nezaretê.

Kesên ku hatin girtin di îfadya xwe de gotin, bi rêya komên çete yên Tirk hewl didin ku biçin Serêkaniyê û Girê Spî yên u ji hêla dewleta Tirk ve hatine dagirkirin.

Beriya niha jî bi organîzasyona MÎT'a Tirk hewldanên revê çêbûbûn.

HESEKÊ