- Wênesaz Rojbîn Ekîncî li Amedê pêşangeha xwe ya solo ya bi navê “X Zoomer” vekir. Wê bi berhemên xwe bal biriye ser nifşa “X” û dayikên Kurd ên bi kiras di halekî nûjen de şirove kirine. Mîzah û îroniya di tabloyên wê de hem mirov dikenîne û hem jî difikirîne.
Wênesaz Rojbîn Ekîncî yek ji wênesazên nifşên nû ye. Ew ji herêma Torê, ji navçeya Kercosê ye. Lê malbata wê, ev demeke dirêj e li Êlihê dimîne. Ew jî li Êlihê hatiye dinyayê. Di malbata wê de gelek kesên ku bi huner re eleqedar in, hene. Dema min ji Rojbîn pirsî, “Çavkaniya meyla hunerê ya malbata te ji ku tê?” Wê li min wiha vegerand; “Kalikê min. Kalikê min li erbaneyê dixist û her wiha li ser erbaneyan resm dineqişandin. Wî erbaneyên pirr xweşik jî çêdikirin.”
Rojbîn Ekîncî li Amedê pêşangeha xwe ya solo a bi navê “X Zoomer” vekir. Ev pêşangeha wê ya pêşî ye. Pêşangeha wê li mekanê bi navê “A4” hate vekirin. Pêşangeha ku 1’ê Nîsanê dest pê kir, dê heta 23’ê Nîsanê dewam bike.
Rojbîn Ekîncî li Zanîngeha Amedê di “Beşa Resman” de xwendiye. Piştî ku wê zanîngeh qedandiye jî bi awayekî serbest xebitiye û resm çêkirine. Li Êlihê tevî malbata xwe dimîne. Wê odeyeke malê veguherandiye kargehê û resmên xwe bêhtir li wir çêdike. Ji lewma di fokûsa wê de diya wê heye û fikra pêşangehê jî ji ber tevgerên diya wê ya ku dema li vîdeoyên reals temaşe dike, derketiye holê. Jixwe, yek ji berhemên wê yên di pêşangehê de jî vîdeoya diya wê bi xwe ye. Wê dîmenên diya xwe yên ku dema li telefonê dinihêre girtine û ji ber van dîmenan berhemeke vîdeoart hazir kiriye. Diya wê li ser qenapeyekî dirêj kiriye û di destê wê de jî telefonek heye. Ev vîdeoya diya wê li odeyeke tarî di pêşangehê de tê nîşandan.
Rexne dikin lê ew jî heman tiştî dikin
Rojbîn ji bo vê berhema xwe ya vîdeoart got; “Mezinên me gelek caran em rexne kirin ji ber teknolojiyê. Ji ber ku her tim telefon di destên me de ne û em li wan guhdarî nakin. Lê dema ew fersend kete destê wan, me dît ku ew jî dibin bengiyê teknolojiyê û heta ji me bêhtir wexta xwe li ber videoyên reals derbas dikin. Dema em bi hev re diaxivin yan jî xwarinê dixwin her tim dengên van vîdeoyan hene di hundirê malê de. Ez jî bi van wêneyan, dayikên me di nav wan rewşan de ku ew tim rexne dikin, nîşan didim.”
Bi modelên ji malbatê nûjeniya nifşa X
Mirov dikare Rojbîn Ekîncî weke temsîlkareke nifşa “Z” jî binirxîne. Ji bo pêşangeha xwe ya “X Zoomer” zêde dûr neçûye û ji malbata xwe dest pê kiriye. Yanî îlhama karên wê malbat û hawirdora wê bi xwe bûye. Ji berhemên wê yên di pêşangehê de diyar e ku çavdêriyên pirr baş kirine û bi riya îroniyê behsa nifşê “X” yanî behsa dayik, xaltî û metên xwe kiriye. Modelên wê yên li ser kevalan, jinên malbatê ne. Li vê dema teknolojiyê, wê bi aweyekî berevajî nihêriye û li şûna ciwanan, nifşên berê kiriye babeta hunerê xwe. Di berhemên wê de mîzaheke nû ya ku me li ser tuwalan kêm caran dîtiye, derketiye holê. Wê bi van wêneyên xwe fîgûrên jinên Kurd ên ku bi rêûresmên xwe radibin, di halekî nûjen de şirove kiriye.
Îroniya jinên Kurd ên navsere
Kompozîsyonên ku Rojbîn Ekîncî di resmên xwe de ava kirine, ji rengên zindî ango ên biriqandî pêk tên. Di resmên wê de dayikên Kurd bi kirasên xwe yên rengîn dikarin li ser maseyekê rûnên û şerabê vexwin. Dayik, xaltî û metên me dikarin bikevin milê hev, çenten xwe li milê xwe bikin û herin li muzeyeke hunerî bigerin û tabloyên klasîk ên şêwekarên mezin şirove bikin. Dayikên Rojbîn dikarin werin gel hev û rojbûnên hev du pîroz bikin. Her wiha ew dikarin li odeyekê qehweyê vexwin û li xêzkirina wêneyan bihizirin. Ew dikarin li odeya xwe li ber kompûtera xwe wexta xwe derbas bikin. Wekî din ew dikarin tevî kûçikên xwe derkevin kolanan û bigerin jî. Û dikarin neynûkên xwe jî oje bikin…Dinyaya ku Rojbînê ji bo fîgûrên xwe yên Kurd sêwirandiye, ku bêhtir jinên Kurd ên navsere ne, dinyayeke welê ye ku bi îronî û mîzahê dagirtî ye.
Afirînerî û wêrekiya Rojbîn
Rojbîn Ekîncî bi pêşangeha xwe ya “X Zoomer” nakokiyên di navbera teknolojî û hin sembolên çandî de dinirxîne. Teknolojiya ku Rojbîn behsa wê dike di heman demê de şêwazên nû yên civakîbûnê jî derdixe holê. Ji van şêwazên nû yên civakîbûnê her nifş para xwe digire. Çi nifşên Z û çi jî nifşên X…Şêwekar Henrî Matîsse digot; “Ji bo afirîneriyê wêrekî divê.” Rojbîn Ekîncî ku di berhemên xwe de Henrî Mattîsse weke referansekê dineqîne, bi van berhemên xwe wêrekiya xwe nîşan dide û mizgîniya şêwekareke afirîner dide me.