• Li Baxê Gişî yê Helebceyê pêşangeheke karên destan a 20 jinên Helebce û Dihokê hat vekirin. Piştî axaftinên li ser aboriya jinê, jinan berhemên xwe yên bi destan, nîşandan.

Li Baxê Gişî yê Helebceyê pêşangeheke karên destan a 20 jinên Helebce û Dihokê hat vekirin. Piştî axaftinên li ser aboriya jinê, jinan berhemên xwe yên bi destan, nîşandan.

Rêvebera pirojeya rêxistina Ême ya ji bo Geşepêdana Mirovî, Viyan Hesen derbarê pêşangehê de got: “Ev pêşangeh ji aliyê koma keçên femînîst ên rêxistina Kurdistanê hatiye vekirin. Armanca me ew e ku em Misilman, Êzîdî û Mesîhiyên Dihokê li gel Misilman û Kakayiyên Helebceyê bi hev kefxweş bibin. Ciwan karên nû derdixin û dixwazin ev karên wan werin nîşandan. Me hewl da em karên wan derxin pêş.”
 
Çîrok û helbestên li ser Şengalê

Di pêşangehê de jineke Êzîdî bi cil û bergên Kurdî pirtûkên Kurdî û Erebî nîşan dide. Navê wê Canan Hesên e û dibêje, “Pirtûkên min li ser roja reş a Şengalê ne. Her wiha şideta malbatê ya li ser jinê jî rave dikim. Bêhtir çîrok û helbest in, min ev pirtûk bi awayekî online difirotin. Heta niha min nikaribû bi derfeteke wiha biforişim. Ez gelek kêfxwşim ku hatime Helebce û van berhemên xwe di pêşangehê de nîşan didim.”

Cilûbergên Kurdî çêdike

Suzan Şebana ku kesrewanan dineqişîne û cilûbergên Kurdî çêdike dibêje, “Qederê şeş salan e ku ez li Helebce me û beriya wê jî li Hewlêrê bûm. Ezmûna min a dirûnê heye û herî zêde cil û bergên Kurdî çêdikim û ez kesrewanan jî dineqişînim. Ez bi cilûbergên xanedanan beşdarî pêşangehê bûm û bi dîzaynên xwe ez cil û bergên Kurdî çêdikim û difiroşim.”

JÎNHA/HELEBCE