CÛDÎ ÎBRAHÎM / ANF/ KOBANÊ
Jinên Ciwan ên bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî bi ser bixîne azadî” wê mitîngek girseyî lidar bixin. Armanca vê çalakiyê silavkirina serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê destpêkiriye û hê jî dewam dike ye. Mitînga ku wê bi gelek çalakiyên hunerî bê lidar xistin, di saet 08.00’an de wê li Kobanê destpê bike û heta 22.00’an wê dewam bike.
Têkîldarê mijarê Berdevka Yekîtiya Jinên Ciwan a Herêma Firatê Firyal Temî axivî. Temî diyar kir ku kampanya ku Komeleya Jinên Ciwan dabû destpêkirin, belavî tevahiya herêma Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê bûye û got, “Bi dirûşmeya "Jin Jiyan Azadî bi ser bixîne Azadî" wê mîtîngehek li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Kobanê pêk were. Hêza ku îro vê dirûşmeyê birêve bibe û xwedî lê derkeve Jinên Ciwan in."
Jin wê azadiyê bidest bixin
Temî anî ziman ku, li dijî desthilatdariyê û êrîşên dijmin bersiva herî bi hêz ji aliyê jinan ve tê dayîn û got;“Jinên ku tên qetilkirin û rû bi rûyê zilma desthilatdariyê dibin, wê bi ruhê dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bersiva herî xurt bidin û pergala desthilatdariyê têk bibin. Jin wê bi berxwedanê azadiya xwe bi dest bixin."
Ew ê berxwedan bê silav kirin
Firyal Temî bal kişand ser serhildanên ku li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dewam dikin û da zanîn ku li dijî desthilatdariyê zarok, ciwan, jin, kal û pîr bi ruhê ‘Jin Jiyan Azadî’ daketine qadan û daxwaza azadiya xwe dikin û got;“Em ê bi çalakiya xwe berxwedan û serhildana ku bi pêşengiya jinên ciwan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê dewam dike, silav bikin. Mitîng wê bi çalakiyên hunerî pêk were. Her wiha berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê yên li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, wê bên silav kirin.”