Jineke werzişvan hate qetlkirin

Sêşem 2 Gulan 2023 - 15:32

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku çalakvana mafê mirovan, werzîşvan û çiyager Mehsa Zarin Şeng li Îranê hatiye qetilkirin û cenazeyê wê li qontarê çiyayekî Tehranê hatiye dîtin. Çalakvan Mehsa Zarin Şeng piştgirî dida serhildanên gel li Îran û Rojhilatê Kurdistanê û gelek caran di dema serhildanê de ew kirine nezaretê û êşkence lê kiribûn. Roja ku wê bi hevalên xwe re biçûya çiyageriyê, winda bû. Di heman rojê de rayedarên hikûmeta Îranê bi ser mala werzîşvan de girtin, dest danîn ser tiştên wê yên şexsî. Di 1’ê Gulanê de cenazeyê wê li qontara çiyayekî Tahranê hat dîtin.

Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku werzîşvan hatiye qetilkirin û gef li malbatê hatiye xwarin. Ji malbatê xwestine, sedema mirina wê weke ‘Dema ku hilkişiyaye çiyê, ji zinaran de ketiye’ diyar bikin.

Cenazeyê Mehsa Zarin Şeng di bin dorpêça hêzên rejîmê de li goristana Îlam Beheşt Reza hate definkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.