Jinan mohra xwe li mihrîcanê xist

Nûçeyên Jin

Sêşem 4 Nîsan 2023 - 16:41

Di Mihrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol ya 6’an de îsal 2 komên jinan ên şanoyê beşdar bûn. Lîstikvan Şevîn Xelîl got, sal bi sal di mihrîcanê de rol û beşdariya jinan zêdetir dibe.

Mihrîcana Şanoyê ya Şehîd Yekta Herekol ya ku cara 6’an li dar ket, bi dawî bû. 2 komên jinan ên şanoyê jî beşdarî mihrîcanê bûn: Koma Şehîd Darsî bi lîstika “Çentê Weso” û Koma Teatra Sarya Baran bi lîstika “Berf jî Diêşe”. Her du komên şanoyê jî girêdayî Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn in.
Şanoya “Çentê Weso” bal bire ser êşa jineke xizmatkar a di nava malbateke zordar de. Lîstikvana sereke ya lîstikê Îzdîhar Tahir, di mihrîcanê de xelata “lîstikavana herî baş” wergirt.

Şanoya “Berf jî Diêşe” behsa zextên giran ên hêzên desthilatdar ên li hemberî civakan dikir. Lîstikvanên şanoya lîstika “Berf jî Diêşe” peyama dawîn a şanoyê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” da. Di mîhrîcanê de xelata “baştirîn lîstik” ji bo heman şanoyê hat dayîn. Lîstikvan Sema Zîlan jî xelata “lîstikvana herî baş a duyem” wergirt.

Her şanoyek perwerdeyek e

Li kêleka mijarên civakî, komedî û siyasî yên lîstikên şanoyê, rola jinên lîstikvan berbiçav bû. Der barê mijarê de endama Koma Teatra Sarya Baran Şevîn Xelîl a di şanoya “Berf jî Diêşe” de, got, rola jinan di mihrîcanê de sal bi sal zêdetir dibe: “Hejmara jinên lîstikvan û her wiha temaşevan jî gelek bû.”
Şevîn Xelîl got, şano serpêhatiyên civakê dide eşkerekirin û di ravekirina wê de jî jin bêhtir bi rola xwe radibin. Şevîn her wiha bal bire ser peywira mihrîcanê di bipêşketina şanoyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de jî û got, “Her şanoyek ji bo me mîna perwerdeyekê ye.”

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.