Jinan komun ava kirin

Nûçeyên Jin

Çarşem 8 Adar 2023 - 00:04

EYLEM AKDAG/MA/HATAY

 

Jinên ku ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçin roja ewilî gihiştin cihên hewarê, dest bi danîna hîmên jiyana nû kirin. Li Hataya ku bandora erhdejê bi awayekî hilweşîner lê tê hîskirin, li gel astengiyan jî li herêmên ku Parka Sevgî û Sabrî Emlak lê ne, tora piştevaniyê tê avakirin. Di van toran de Tevgera Jinên Azad TJA û Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan HDP li qadên xwe ji bo jin û zarokan bi kedeke mezin dixebitin. 

Jin bi hilhatina rojê re dest bi kar dikin. Wan warên komunê ava kirine. Ew lêi wan waran piştî taştê û paqijkirina derdorê, ji bo jinên mexdûr ên erdhejê, dest bi kar dikin. Hinek cilan belav dikin, hinek xwarinê çêdikin, hinek bi zarokan re dilîzin û hinek jî desteka psîkolojîk didin. Di nobeta şevê de jî jin li dora agir li ser hîmên jiyana nû, nîqaşan dikin. 

 

Guhertin wê bi pêşengiya jinê be

Jin heta derengî şevê hem ji bo gundan hem jî ji bo qadên komunan malzemeyên paqijiyê hem jî pêdiviyên bingehin paket dikin. Jin her roj berê xwe didin gundên cuda, pêdiviyên jinên mexdûr dabîn dikin. Jin hin caran bi hev re digirîn, hin caran xemgîn bin jî dikenin û didin kenandin. Gazinên mexdûrên erdhejê carna digihin hev, hemû dibêjin, kavilên dewletê xizmên wan dikujin û hemû jî bawer dikin ku guhertin wê bi pêşengiya jinê pêk were. 

 

Em enerjiyeke baş ji hev digirin

Aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ovat yek ji van jinên çûyî hewarê ye. Têkildarî avakirina jiyana nû wê got, dema ew çûne devera erdhejê ji ber ku qadên wan ên aîdê jinan nebûn ji bo vê bilez dest bi xebatan kirine û got; “Jinan gelek şerm dikir. Bi awayekî kolektîf ev qadên jinan me ava kirin. Hilweşîneke bê hempa heye li vir û êdî bajar veguheriye bajarekî ku kes tê de nemaye. Em piştevaniya jinên mayî dikin. Bi erdhejê re gelek kesan koç kir, lê jinên ku li vir mane, qada xwe naterikînin jî hene. Hem pêdiviyan bi cih tînin, hem jî bi wan re elaqedar dibin. Moral dayîn, sohbet kirin jî parçeyekî piştevaniyê ye. Jinên ku tenê ji bo çayeke me vexwin û sohbet bikin tên cem me jî hene. Jin di qadên azad de xwe baştir tînin ziman. Em enerjiyeke baş ji hev digirin.”

 

Jiyana ekolojîk û azadîxwaziya jinê 

Ovat, anî ziman ku weke her qadê li herêma erdhejê jî hêza jinan bi xwe derket holê û got; “Kirdeya herî girîng a avakirina vê qadê, jin in. Em piştevaniya jinên herêmê jî dibînin. Ew jin jî piştevaniyê didin me. Jin xwarinên xwe yên malê tînin û bi me re parve dikin. Her wiha li vir jiyaneke hevpar çêbûye. Piştevanî hem mînaka jiyaneke ekolojîk hem jî ya azadîxwaziya jinê nîşanî me dide. Ji roja ewilî ve, em li warê jiyana hevpar pereyan xerc nakin, em pêdiviyan bi piştevaniyê diqedînin. Ji bo ku em vî bajarî ji nû ve ava bikin, bêyî ku destûrê bidin ku avaniya demografîk biguhere, em dixwazin li vir bi hevgirtina bi jinan re warekî jiyanê yê hevpar ê ekolojîk ava bikin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.