Jinan hêrsa xwe bi rêxistin kir

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 25 Sibat 2023 - 03:22

  • Li eyaleta Baden Wurttemberg a Elmanyayê meclîsên jinan bêhtirî 120 hezar euroyan berhev kirin û ji bo ku bigihîne mexdûrên erdhejê wan ev pere dan Heyva Sor a Kurdistanê.

DENIZ BABÎR/STUTTGART

 

Ji roja destpêkê ya erdhejê ve jin li hewarê ne. Li Ewrûpayê jî jinên Kurd her li alîkariyê digerin, dezgehan datînin, diçin serdana malbatan. Li bajarên eyaleta Elmanyayê Baden-Wurttembergê meclîsên jinan ev du hefte ne ji bo mexdûrên erdhejê alîkariyê berhev dikin. Alîkariya li eyaletê meclîsa jinan berhevkirî ji 120 hezar euroyan bihurî. 

Jinên Kurd ên li bajarên eyaleta Baden-Wurttembergê Stuttgart, Heilbronn, Boblingen, Pforzheim, Ulm, Munchen û Freiburgê û hin bajarên din, xebatên alîkariyê dewam dikin.  Li Stuttgartê Meclîsa Jinan a Şehîd Meryemê, pêncşem, în û şemiyan dezgehê datîne. Berdevka eyaleta Baden-Wurttembergê ya Yekîtiya Jinên Kurd li Elmanyayê (YJK-E) Gulay Akdemir got, “Em bi hêrs in û me ev hêrsa xwe veguherand piştgiriyeke birêxistinkirî, ji bo ku alîkarî bigihîje mexdûrên erdhejê em seferber bûn.” Wê da zanîn ku li eyaletê bi xebatên jinan ên li eyaletê bêhtirî 120 hezar euroyî hatine berhevkirin. 

 

Dikandarên Elman jî destekê didin

Gulay Akdemir got, xelk hestiyar e û wiha peyivî: “Alîkariya didin Heyva Sor a Kurdistanê, MARDEF´ê yan jî tên ser dezgehên me û alîkariya pere didin.” Gulay Akdemirê wekî din da zanîn ku xelkê Kurd ê li deverê seferber bûye û hin dikandarên Elman jî gava ew diçin serdana wan, ew jî alîkariyê didin. Wê da zanîn ku ew ê herî kêm meheke din jî vê xebata xwe dewam bikin. 

 

Hewarê bi hevkariyê bigihînin 

Di rêveberiya rêxistina Partiya Çep a eyaleta Baden Wurttembergê de berdevka mijarên koçberan Aynur Karlikli jî da zanîn ku partiya wan bi Heyva Sor û Medico Internationalî re hevkar ji bo alîkariyê dixebite û got, “Alîkariyên ferdî ne çareserî ne. Her kes bila li bajarên xwe tevî maseyên krîzê xebatê bike. Ji bo ku alîkarî ewle bigihîje cihê xwe ev muhim e.”

 

Dayikan xwarin çêkirin

Li Heilbronnê, jinên endam ên Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) jî dezgeh danîne. Berdevka Karên Derve ya NCDK´ê Mukaddes Yenigunê got, “Elman tên ji dezgehê xwe agahdar dikin. Li Heilbronnê li du cihan em pêncşem, în û şemiyan ji saet 12:00´an heta saet -17:00´an dezgehan datînin. Di xebata me de tişta herî girîng xwarinên dayikan bûn. Wan li malê xwarin çêkir û ji dezgeha me re anî.”

Mukaddes Yenigunê da zanîn ku bi vî awayî wan heta niha 19 hezar euro ji bo mexdûrên erdhejê berhev kiriye û ev pere dane Heyva Sor a Kurdistanê.

 

Dikandar jî seferber bûn

Mukaddes Yenîgunê wekî din da zanîn ku dikandar jî kaseyên xwe yên rojê, weke alîkarî dibexişînin: “Li Heilbronnê karsazên Kurd û dikandar, dahata xwe ya kaseyê ya rojekê dan Heyva Sor. Komîsyonên ku derî bi derî digerin jî hene. Her kes seferber bûye. Dikandarên me xwe dan ber tevahiya mesrefên ji bo xwarinên em li dezgehan difiroşin.” 

 

Hevgirtina civakî şa dike

Hevseroka NCDK´ê Gulistan Ateşê jî got, elaqeya Elmanan ji bo kampanyaya wan gelek e: “Elman dizanin helwêstan dewleta Tirk û rejîma Esed beramberî Kurdan çi ye. Gava tên dezgehên me dibînin ku kedeke mezin heye. Ji me re dibêjin, em piştrast in hûnê alîkariyên me bigihîjînin cihê alîkarî jê re lazim e. Vê hevgirtina civakî em hestyar kirin.

Gulistan Ateşê wekî din got, ew alîkariyan digihînin Heyva Sorê: “Me dahata ji nîşandana filmê Kobanê ya li Heilbronnê jî hemû da Heyva-Sor”.

 

 

Li Darmstadê jî jin pêşeng in 

 

Berdevka Meclîsa Jinan Roza ya Darmstadtê, Meryem Karataşê got, ew mal bi mal digerin û alîkariyê berhev dikin. Lê ew dezgehê jî li nava bajêr datînin: “18 û 19´ê Sibatê weke jinên ji Kurdistanê yên welatparêz me ji bo xwarinên xwe yên li malê di ber alîkariyan de bidin xelkê, dezgeh danîn. Ji roja pêşî ve jî em mal bi mal digerin. Li dezgehê li binê kon em 20-30 kes in. Jin arinên li malê çê dikin, tînin dezgehê. Heta niha li dezgehan û li serdanên malan weke jin me 19 hezar euro berhev kirin.” Wê da zanîn ku ew ê dawiya hefteyê jî dezgeha xwe deynin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.