Jin ji dagirkeriyê re dibêjin na

Nûçeyên Jin

Sêşem 27 Îlon 2022 - 01:07

  • Çalakvanên Iraqê jî hikûmeta Iraqê dixwazin ku destekê bide hêzên Iraqî yên li dijî dagirkeriya Tirk têdikoşin û giliyê dewleta Tirk ji ber dagirkeriyê li Neteweyên yekbûyî bike.

Komek jinên ji pêkhateyên cuda yên Iraqê û Başûrê Kurdistanê ji bo pêşî li komkujiyên dewleta Tirk a dagirker were girtin, li Bexdayê bi diruşmeya ‘Rê li balafirên dewleta Tirk bigirin, ev balefir êrişî aramî û ewlehiya herêmê dikin, gelê Kurd û gelê Iraqê qetil dikin’ kampanya dan destpêkirin. Jinan ji bo qedexekirina qada hewayî li dewleta Tirk, bang li Neteweyên Yekbûyî, saziyên navneteweyî û Hikûmeta Federal a Iraqê kir. Jin wê li dijî dagirkeriyê îmzeyan kom bikin.

Li paytexta Iraqê Bexdayê li salona El Mound ya Karade jinên ji pêkhateyên Iraqê û Kurd û Êzîdî li ser êrişên hewayî yên balafirên Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê û Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di nava kesên hazir de Hevseroka KNK´ê Zeyneb Murad jî hebû.

Çalakvanên jin ên Kurd û Iraqî, bi diruşmeya ‘Rê li balafirên dewleta Tirk bigirin, ev balefir êrişî aramî û ewlehiya herêmê dikin, gelê Kurd û gelê Iraqê qetil dikin’ dest bi pêngaveke nû ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê kir.

 

Armanc mîlyonek îmze ne

Çalakvanên tevlî pêngavê bûyîn ji Rojnewsê re axivîn û gotin, armanca wan ew e ku bi vê pêngavê milyonek îmzeyan kom bikin. Piştre jî ew ê van îmzeyên li dijî dagirkeriyê, radestî Hikûmeta Iraqê ya federal bikin.

Cihgira Serokê Rêxistina Peyama Aştî û her wiha yek ji çalakvanan Esma Şemerî di destpêka axaftina xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir da ku li beramberî dagirkeriya dewleta Tirk û binpêkirina serweriya Iraqê, ji bo derxistina dewleta Tirk xwedî helwêst be.

 

Divê Iraq fermî giliyê Tirkiyeyê bike

Di heman demê de Seroka Saziya Medyaya Înana ya Navneteweyî Ala Qeytan di axaftina xwe de daxwaz ji aliyên Iraqê hemûyan kir da ku ji bo dawîanîna li dagirkeriya dewleta Tirk, piştgiriyê bidin vê pêngavê û îmzeyan bidion û berhev bikin. Ew dibêje, “Em bang li hikûmeta Iraqê dikin da ku li ser destwerdanên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Iraqê serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) bide û piştgiriya hêzên Iraqê yên ku dixwazin dewleta Tirk ji axa Iraqê derbixînin, bike.”

 

Dagirkeriya Tirk berfereh dibe

Dewleta Tirk a dagirker bê navber cihê xwe yê di nava xaka Başûrê Kurdistanê û Iraqê de berfireh dike. Bi taybetî li dewrûberê parêzgehên Dihok û Mûsilê binke û baregehên xwe zêde dike. Dewleta Tirk di navbera 2015 û 2011´an de bêhtirî 4 hezar êrişan birin ser xaka Başûrê Kurdistanê. Ew di heman demê dar û daristanên di nava xaka Başûr û Iraqê de bê navber dibirre yan jî dişewitîne.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.