- Festîvala 7’an a Zarokan bi dirûşmeya “Parastina çanda civakê ji zarokatiyê dest pê dike” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan dest pê kir.
Festîvala 7’an a Zarokan bi dirûşmeya “Parastina çanda civakê ji zarokatiyê dest pê dike” li Navenda Aram Tîgran a Çand û Hunerê ya li bajarokê Rimêlan dest pê kir. Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û bajarokê Rimêlan tev lê bûn.
Di festivalê de 24 komên hunerî yên zarokan ji bajar û navçeyên kantona Qamişlo ku ji 250 zarokên temenê wan di navbera 6 û 18 saliyê de ne pêk tên, beşdar in.
Di destpêka festîvalê de, endama Komîteya Amadekar a Festîvalê Civîn Xelîl axivî û got: “Em festîvalê bo giyanê zarokên şehîd ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar dixin û destnîşan dikin ku bi rêya çand û stranên xwe em girêdana xwe bi axa xwe rave dikin.”
Festîval bi pêşandana berhemên hunerî ji aliyê komên Hîlala Zêrîn, Dar Naûm, Şehîd Viyan Soran, Şehîd Bawer, Şehîd Serhed û Koma Deng Da ve dewam kir.
Her wiha koma Ceza, Xirbet Bîr, Şehîd Dîlan berhemên xwe yên têkildarî govendê pêşandan.
Di dawiya roja yekemîn a festîvalê de, şanoyek bi navnîşan “Koçberî” ji aliyê koma Zarokên Aştiyê ve hate pêşandan. Festîval du rojan dewam kir û gelek berhemên din yên hunerî jî hatin nişandan.
ANHA/RIMÊLAN